• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Adalet Kaya ji bo Rojwelat Kizmaz pêşniyazname pêşkeşî Meclîsê kir

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNERx
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    75 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Adalet Kaya ji bo Rojwelat Kizmaz pêşniyazname pêşkeşî Meclîsê kir

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

    Du şaredarên CHPyî hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNERx
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûrat Karayilan: Em ê Rojava bi tenê nehêlin!

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÇILE 2026 - 10:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan diyar kir ku gelê Rojava bi welatparêzî, berxwedan û ruhê xwe yê neteweyî gelek tişt hînî wan kir û got: “Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê we tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê em; çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî. Axaftina Murat Karayilan wiha ye:

“Tevahî gelê me yê hêja û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê; Ez di destpêkê we bi rêzdarî û bi hurmet silav dikim. Diyar e em wek gel di serdemekê dîrokî re derbas dibin. Vaye ji Helebê heya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê şer heye. Em tevahî şehîdên qehreman ên vî şerî di şexsê fermandarê hêja Ziyad Heleb û Denîz Çiya de bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan tenê ne êrîşeke li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye. Diyar e di jinûve dîzaynkirina herêmê de naxwazin gelê Kurd cih bigirin. Naxwazin gelê Kurd bibe îrade û bibe xwedî statu. Sibe di demeke guncaw de, ne dûr e ku Başûrê Kurdistanê; statûya wê derê jî bibe hedef. Ji xwe dixwazin wisa statuya Başûr tenê bihêlin û dûre bikin hedef.

Ev êriş di heman demê de ji bo têkbirina pêvajoyê ye ku Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Ev êrîş bi vî şewazî pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê heye bêwate dike. Bi vî awayî divê em vê êrişê weke êrişa li ser dahatûya gelê Kurd bibînin.

Ev wek komployek hatiye amadekirin. Hem hêzên navdewletî û hem jî hêzên herêmî berjewendiyên xwe di vir de dîtîne. Ji bo wê erê kirine. Wisa ev komploya dimeşe.

Bêguman di vê de dewleta Tirkiyê aktîf rol hilgirtiye. Em dibînin û dizanin. Bi teknîka xwe, bi balafirên xwe yên keşfê, yekser tevlîkirina leşkerên xwe di bin navê çeteyan de vê eşkere raber dike. Niha divê ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê zanibin; em ne zarok in. Tu yê li Bakurê Kurdistanê bibêjî ‘Biratiya gelên Kurd, Tirk û Ereb, were em aştiya navxweyî çêbike’, lê li Rojavayê Kurdistan jî hemû destketiyên gelê Kurd bike hedef. Bi destê çeteyan qirkirinê ferz bike. Kes bi vê naxape. Ev tiştekî eşkere ye.

Di bin sîwana hêzên navdewletî de tifaqa dewleta Tirk, HTŞ û DAIŞê niha di pratîkê de êriş dike. Ev ê ku êrîş dikin tê de DAIŞ roleke girîng dilîze. Ev helwesta ku niha koalîsyona navdewletî nîşan dide ango ji van êrîşan re rê vekirin bi taybetî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji bo Brîtanya, ji bo Elmanya û Fransa ev ê bibe rûreşiyek mezin. Wê ji dîrokê re bibe mal. Ma ne Kurdê rojavayê Kurdistan xwe li ber êrîşên DAIŞê kirin mertal. Hemû mirovahî parastin. Paytexta DAIŞê Reqa bi erdê re kirin yek. 13 hezar şehîd dan. Û we digot em mutefîkê hev in. Baş e hûn çawa vê mutefîqkiyê bi êrîşekê wisa re rû bir û dihêlin? Ev ne bêbextî be, hingî çi ye? Ev bêbextiyek mezin e. Ne gelê Kurd ne jî wijdanê mirovahiyê vê bêbextiyê ji bîr dike. Wisa tu bi hêzêkê re, gelekî re tev bigerî û li hember hêzêkê şer bikî û dûre jî xwe bidî alî, bike hedef. Ev di wijdanê mirovahiyê de birînekê vedike. Ew birîn zû bi zû nayê girtin. Divê ev dewletan vê heqîqetê bizanibin.

Niha min di çapameniyê de guhdarî kir. Fermandarekî HSDê bi navê xwe Çiya, li televîzyonekê axivî û got, em komek heval li ber zindanê nobetdar in. Got, ‘Li zindana Eqdar a Reqayê zêdeyî 2 hezar çete ji her welatî hene. Em nahêlin ku ew birevin. Lê dora me çeteyên HTŞ û DAIŞê girtine û dixwazin wan a azad bikin. Em jî nahêlin û em dorpêçê de ne. Em şer dikin û me ji alîkarî ji koalîsyonê xwestiyê, lê ew 2 roj in bersiva me nedane’. Ev tê çi wateyê? Divê herkes ji vê encamê derxîne. Diyar e ev dewlet li berjewendiyên xwe dinihêrin. Soz, peyman tiştên wisa tune ne. Yanî kes nikare vê heqîqetê weke tiştekî normal nîşan bide. Li ser gelê me komployek heye. Wisa tê meşandin. Bêguman divê beriya her kesî gelê me, gelê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê vê rewşê bibîne. Wisa li ber rabe.

Rêveberiya xweser a demokratîk ev pêvajo weke seferberî îlan kir. Dûre daxuyanî hatin dayîn. Ev seferberî ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Divê tevahî gelê me li Rojava xwedî derkevin. Ciwanên Kurd divê rol bilîzin. Yên ku dikarin xwe bigihînin divê xwe bigihînin. Me bihîst ji xwe li Başûr hinek ketine rê. Çapameniyê wisa got. Lê ev bang ji bo her kesî ye. Yanî divê em bi van kiryarên xwe ango Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî li dervayî welat rola wan hîn girîng e. Kurdên li dervayî welat, yên li Emerîka, yên li Rûsya û Ewropayê divê em nîşanî tevahî dinyayê bikin ku em neteweyek in. Em yek in. Hûn nikarin me derçar bikin. Em li ser axa bav û kalan bi hezar salan li vir dijîn. Hûn nikarin ji bo berjewendiyên xwe vê tune bihesîbinîn. Bi vê çalakbûna xwe xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê wek netewe divê raber bikin.

Gelê me yê Rojavayê Kurdistan, gelê me yê xoşewîst; we welatparêziya xwe bi berxwedana xwe em fêrî gelek tiştan kirin. Bi ruhê xwe yê neteweyî di vê wateyê de em deyndarê we ne. Û divê hûn bizanibin em we tenê nahêlin. Bihayê xwe çi dibe bila bibe, em we tenê nahêlin! Di vê der heqê de wekî ku tevahî gelê Kurd em jî wek tevger çi pêwîst be em ê bikin. Hûn ne tenê ne. Lê belê divê hûn bi xwe bawer bin. Bi şervanên xwe bawer bin. Divê hûn xwe rêxistin bikin. Ne hewce ye pir lezî çêbe. Ango divê hûn xwînsar bin. Rêxistinî bin, rê û rêbazê we divê di cih de bin. Bi vî awayî hûnê bikaribin her cure êrîşan bersiv bidin.

Şervanên QSD’ê yên hêja em dişopînin ev çardeh roj in berxwedaneke qehremanî pêş dixin. Lê komplo mezin e. Û êrîş mezin in. Careke din jî berxwedanek heye. Bersivdayîn heye. Tecrûbeyê wan heye ku hîn zêde bikaribin berxwedanê bilind bikin. Helwesta ku hatiye raber kirin, bi taybet ev rojê dawî fermandariya QSD’ê daxuyanî daye, helwesta ku raber kiriye destnîşan dike ku biryar mîsoger e. Wê ev hêza bikaribe parastina xwe û civaka xwe bike.

Çawa ku li Kobanê di astekê herî bilind de berxwedanî çêkir, di Kobanê de mal bi mal şer kir, em bawer dikin li ser hîmê tecrûbeyê salan hatiye girtin hêzê YPG, YPJ û QSD’ê niha jî berxwedanek dîrokî li dar bixe. Lê fermandarê hêja, şervanê hêja divê rêbazên tunelan jî baş bikar bînin. Li gorî em dizanin tunel hene. Rêbazên tunel di serdema me de rêbazek li hemberî her cûre êrîş û teknolojî bersiv e. Pisporiya şer de eger ku vana bi kar bînin û car din gelê me niha de derketî kolanan li Rojavayê Kurdistan û wisa bi gel û bi şervanê xwe di vê şewazê sekin û berxwedan û bi piştavaniya tevahî gelê Kurdistanê êrîş çawa dibe bila bibe teqez wê serkeftin a gelê me be. Em bi vê bawer dikin. Gelê me jî divê heya dawî vê bawer bike. Ev keda tê raber kirin, ev cesaret û qehremanî teqez wê encama xwe hebe. Ez ji niha de tevahî gelê me yê ku Rojavayê Kurdistanê re bi dil û can serketinê dixwazim. Her kesî careke din bi rêzdarî û hurmet silav dikim.”

Etîket: Murat Karayilan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

17 HEZÎRAN 2026
Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

6 HEZÎRAN 2026
Karayilan: Newroza 2025î eşkena biba Newroza azadîya Ocalanî

Ji Karayilan Peyamên Newroza 2026an-2: Şerê li herêmê herê zêde bandorê li Kurdan dike, divê yekîtî pêş bikeve

18 ADAR 2026
Di 47 salan de 12 kongre: Li dîrokê navê xwe nivîsand

Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

13 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Venezuelayê du erdhejên mezin li pey hev çêbûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (688)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne