Di çalakiyên li Wanê de Nûnerê Wanê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Emrah Kertîş li nêzî Çarrêya Bazara Sebzeyan a Wanê ji hêla polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin.
Gelê Wanê ji bo ku êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava şermezar bike meş li darxist. Di meşê de polîsan êrişî gel kir û gelek kes hildan binçav. Nûnerê Wanê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Emrah Kertîş li nêzî Çarrêya Bazara Sebzeyan a Wanê hat derbkirin û binçavkirin.
Welatiyên ku şahidiya bûyerê kirin, ragihandin ku Emrah Kertîş di dema destwerdanê de ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin, bi zorê li erdê hatiye dirêjkirin, destên wî li pişt ve hatine kelepçekirin û hatiye binçavkirin. Şahidan diyar kir ku Emrah Kertîş piştre bi tena serê xwe li wesayîteke sivîl a spî hatiye siwarkirin û ji herêmê hatiye dûrxistin. Hat hînbûn ku Emrah Kertîş birine Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyata Polîsan a Wanê.
Di heman demê de gelek welatiyên ku navê wan nehat hînbûn jî hatin binçavkirin.












