* Berdevkê Nûnertiya DBPê yê Herêma Çûkûrovayê Azîz Toprak peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin bila şer bidin sekinandin.” Hevserokê AKKAY-DERê Mûstafa Yildiz jî got: “Heke dewleta tirk ji dil be divê Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî azad bibe.”
* Înfaza girtiyê siyasî yê ku 30 sal in di girtigehê de tê ragirtin, bi hinceta ku poşmantî qebûl nekir 6 mehan dirêj kirin.
* Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn Qamişlo û Pirsûsê ku li dijî êrîşên li ser Rojava hatiye destpêkirin didome. (12.00-16.00)
* Heyeta ku ji bo cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bigirin xwestin derbasî Başûr bibin, 2 şev in li sînorê xabûrê tê rawestandin.
* 3 rojnamegerên duh li Erdîşê hatin binçavkirin, tê payîn ku îro sewqî dozgeriyê bikin.