Mêrdîn – Ciwanên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên Rojava û seferberiya neteweyî berê xwe dan ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê. Wêneyên xweşik ên berxwedana gelê Bakur ketin ber objektîfa nûçegihanên me.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Bakurê Kurdistanê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo xwedîderketina seferberiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê meşek bi heybet hate lidarxistin. Bi hezaran kes meşiyan ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo.
DEM Partiyê jî bi armanca xwedîderketina li Rojava komcivîna xwe ya heftane li nêzî sînorê Rojava li dar xist.
Di kêliya ku hevserokên Giştî yên DEM Partiyê daxuyanî didan, bi hezaran kes ji vir veqetiyan û beziyan ser sînorê Qamişlo.
Ciwanên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi dîwarê li ser sînor ve hilkişiyan û bêwatebûna sînorê Serxet û Binxetê nîşan da. Xelkê Qamişloyê jî hatin ber sînor û ev di objektîfa wêneyên ansasa me de xuya dibin.
Di wêneyên ku ketin ber objektîfa me de jin û ciwan li ber ser sînor in û dilsoziya xwe ya bi Rojava re nîşan dan.



















