Şandeya DEM Partî û DBP’ê ya ji bo biçe Rojavayê Kurdistanê ji deriyê sînor ê Xabûrê derbas bûye, gihişt Zaxoyê.
Şandeya hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê de ne ji bo biçin serdana rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bûn. Şande, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûr bû. Şande dê ji vir berê xwe bide Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê Rojavayê Kurdistanê. Şande, dê bi partiyên siyasî û nûnerên dînamîkên siyasî yên herêmê re hevdîtinan bike.
Navên di şandeyê de wiha ne:
Navê kesên di şandeyê de cih digirin wiha ne: “Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Îmam Taşçier, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevka TJA’yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê OHD’ê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Êlihê Rûstem Siyahtaş.”








