Karwana seferberiyê ya Başûr gihişt Hesekê. Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li têketina bajêr de ciwan û çalakvanên başûr pêşwazî kir.
Seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê didome. Piştî banga hevgirtina gel û yekgirtinê li dijî êrişên ku didomin, çalakî û hevgirtina gel didomin. Bi sedan ciwan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê tev li seferberiya giştî bûn.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Çerxerêya Sînalko karwanê seferberiyê yê Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir. Girêdayî mijarê hevserokê PYDê yê Hesekê Ferhan Dawûd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re axivî. Ferhan Dawûd diyar kir ku bi hezaran şênî îro li Çerxerêya Sînalko berxwedêrên ji Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştgirî û tevlêbûna serferberiyê hatine pêşwazî dikin.
Dawûd anî ziman ku xelkê Hesekê di seferberiyê de ye, li ser pêyan e, li kêlek hêzên xwe QSD û YPJê ne. Ferhan Dawûd li ser piştgirî û destketdayînê spasiya tevahî gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir. Du karwan ji ciwan û çalakanên Başûrê Kurdistanê gihîştin Qamişloyê. Şêniyan bi coşeke mezin ew berxwedêr pêşwazî kirin.













