Welatiyên Wanê êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava bi konvoyekê ku ji sed wesayîtan zêdetir pêk dihat, şermezar kir.
Li Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), konvoyek ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava li kolanên herî qerebalix ên bajêr, Mereş, 2 Nîsan û Cumhuriyetê protesto kirin. Konvoyê, bi sirûda şoreşgerî ya Rojava û lêdana korneyan, “Bijî berxwedana Rojava” qîr kir. Konvoyê du saetan dom kir û welatiyên derdorê jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan konvoyê.
Piştî konvoyê ku li ser Rêya Cûmhûriyetê bi dawî, girseyê ji bo çalakiya sibê bangawazî kir.













