Rexistina DEM Partiyê ya Amedê li Bazarê semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû, xebatên mîtînga “Hêvî û Azadiyê” da meşandin.
Di çarçoveya mitînga “Hêvî û Azadiyê” de ku dê di 25ê Çileyê de li Amadê were lidarxistin, xebatên bangewaziyê didomin. Rexistina DEM Partiyê li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” din ava bazarê de xebatên bangawaziya gel dan meşandin. Rêveberên DEM Partiyê û nûnerên saziyên civakî yên demokratîk bi megafona di nava Bazarê de geriyan û belavok belav kirin. Di dema belavkirina belavokand e gelek caran dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.













