Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê ji bo şermezarkirina êrişên ku li rojavayê Kurdistanê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo êrişên ku li rojavayê Kurdistanê tenê kirin daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Gelek ciwan tevlî çalakiyê bûn. Polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrişî ciwanan kirin.
Ciwanan bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “HSD gel e gel li vir e”, “Bijî berxwedana HSDê” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.














