• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

Riha / AW

23 ÇILE 2026 - 17:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
OHD, ÎHD û Baroya Rihayê ji bo welatiyên li navçeyên Wêranşar, Pirsûs û Rihayê hatine binçavkirin daxuyanî da û diyar kirin ku li dijî tundiya binçavan de li welatiyan hatiye kirin ew ê serdana lêpirsînê bikin û xwestin yên di bin çavan de demildest bên berdan.

Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê, derbarê welatiyên li Riha û navçeyên wê yên ku ji ber çalakiyên şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin li Baroya Rihayê daxuyanî dan. Endam û nûnerên OHD, ÎHD û serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel tevlî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê hevseroka OHD a Şaxa Rihayê Gul Fehîme Binîcî ve hat xwendin.

Gul Fehîme Binîcî diyar kir ku li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê welatiyên xwestine li dijî êrişên ser Rojava çalakiyên demokratîk li dar bixînin bi îşkenceyê hatine binçavkirin û wiha got: “Li Pirsûsê 7 kes, li navenda Rihayê 2 kes û Wêranşar 9 kes hatin binçavkirin. Ew çalakî hiqûqî û demokratîk e. Êrişa tund a polîsan li dijî çalakiyan ne tenê binpêkirina mafan e û baweriya ji pêvajoya aştiyê jî kêm dike. Jji binçavkiriyan yek jê hepsa malê danû û yek jî hat girtin. Welatiyên hatine binçavkirin hemû jî aliyê polîsan ve hatine derbkirin. Di dema binçavkirinan de agahî nedane malbat û parêzeran. Parêzeran bi hewldana xwe tespit kiriye ku gelek kes li TEMa Rihayê û şaxa zarokan a polîsan de tên girtin. Xwarin û vêxwarin nedane kesên li Pirsûsê hatine binçavkirin. Her wiha parêzeran xwestiye xwarinê bibin ew jî hatinê astengkirin. Li Wêranşarê jî dê û bavên pitika 3 mehî bi hev re hatine binçavkirin. Ji dayikê re destûr hatiyê dayin ku tenê 5 seat careke şîr bide pitika xwe. Polîtîkayên Tirkiyeyê li dijî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî dike.”

‘Li hundir û dervê naxwazin Kurd xwedî maf bibin’

Gul Fehîme Bînîcî anî ziman ku li dijî qedexeya xwe pêşendanên walîtiyê ku di navbera 22 û 23yê Çileyê de li tevahî Rihayê hatiye ragihandin ew ê îtîraz bikin û wiha got: “Peywîra dewletê ew e ku li dijî polîsên îşkence li welatiyan kirine lêpirsînê bide destpêkirin. Heke ew polîs neyên cezakirin dê rê li ber sûcên din jî vebike. Ew polîtîka jî bi polîtikayên Tirkiyeyê ên li dijî Rojava re giredayî ye. Li hundir û derve naxwazin Kurd xwedî maf bibin. Li herdu aliyan jî maf û hebûna Kurdan hedef digirin. Weke OHD, ÎHD û Baroya Rihayê em daxwaz dikin ku derbarê polîsên tundî û îşkence li welatiyan kirine lêpirsîn bê destpêkirin û muameleya xirab a di bin çavan de demildest bê rawestandin. Her wiha divê yên di bin çavan de demildest bên berdan. Em ê rewşa kesên hatine binçavkirin bişopînin û derbarê welatiyên rastî tundî û îşkenceyê hatine jî serdana lêpirsînê bikin.”

Etîket: BarodaxuyanîÎHDOHDRiha
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

20 HEZÎRAN 2026
‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

20 HEZÎRAN 2026
DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

‎Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Divê Şeyhmus Koç demildest bê berdan ‎

20 HEZÎRAN 2026
TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

TJA: Di kesayetiya Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tê darizandin

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (587)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne