Ocalan di girtekên hevdîtina bi Komîsyona Meclîsê re dike de li ser pirsa, “Li Sûriyê demokrasiya herêmî hêza parastinê digire nav xwe?” bersiva, “Dê di hêla ewlehiyê de hêz hebin” dide.
Di girtekên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîsyona Meclîsê de têkildarî hêzên çekdarî û parastinê yên Kurdan de Ocalan daxuyaniyek pir zelal dide. Di rûpela 11emîn a girtekan de Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz pirsa, “Di çarçoveya demokrasiyê herêmî de, hêzek parastinê heye?” dike. Ocalan li ser vê pirsê bersiva, “Dê di her hêla ewlehiyê de (HSD û Asayîşê qesd dike) hêz hebe. Li Sûriyê lihevhatina her du hêzan pêwist e. Li Sûriyê neteweperestî xurt e. Kirinên ku malbata Esad li Sûriyê kirine li holê ne, heke şert û mercên demokratîk neyên pêkanîn de Ahmet eş-Şara jî sibê veguhere dîktatorekê” dide.
‘Ji bo dewletê jî demokrasiya herêmî lazim e’
Li gorî girtekan Ocalan demokrasiya herêmî ji bo dewletê jî wekî pêwistiyekê dibîne û ev tişt tên domandin: “Ev ji bo dewletê bi qasî hêzên unîter ên navendî demokrasiya herêmî ya xwecihî jî hewce ye, yek nebe dê ya din jî nebe.”













