Li Stenbolê polîs duh êrişî çalakiya piştgiriya ji bo Rojava kiribû û 95 kes hatibû binçavkirin. 78 kes duh bi şev hatin berdan, Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan ji dav de 17 kesên din jî hatin berdan.
Polîsan duh êrişî çalakiya piştgiriya ji bo Rojava kiribû. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ugurcan Boztaş û Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 95 kes hatibû binçavkirin. Ugurcan Boztaş jî di nav de 78 kes duh bi şev piştî karûbarên îfadeyan ên li emniyetê hatibûn berdan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 17 kesên din jî piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê hatin berdan.













