11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 9an de bi lîstikên navneteweyî berdewam kir. Di çarçoveya festîvalê de lîstik “Impossible Theater Group” û “Zandezi” hatin lîstin.
11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 9an de bi hemû hêza xwe û bi coş didome. Di çarçoveya bernamea festîvalê de koma ji Iraqê “Impossible Theater Group” lîstika xwe ya bi navê “Yes Godot” lîst. Lîstika ku ji aliyê Anas Abdul Samad ve hatiye amadekirin de li Salona Mezin a ÇandAmedê derket ser dikê. Ev lîstik ku wekî şanoyeke fîzîkî hatiye sêwirandin, bi zimanê Erebî ye û bi sernivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat nîşandan.
Her wiha di bernameya îro de lîstika “Zandezi” li Salona M. Emîn Yalçinkaya û performansên kolanê “Hop-Hop” û “Reverse” jî li qadên cuda hatin lîstin.















