Karwana enternasyonal ji bo piştgiriya Rojava ket rê, Partiya Çep ya Sosyalîst ya Arjantînê bi mebesta şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava şermezar bikin pêşnûme dan parlamentoya xwe û Durziyan ji Siwêdayê piştgiriya ji dil û can ji bo Rojava şandin.
Êrişên li ser Rojava berdewam in, Kobanê jî di bin dorpêçê de ye. Li dijî dorpêçê dewletên rojavayî bêdengiya xwe didomînin. Peoples’ Caravan (Karwana Gelan) ji bo şikandina vê bêdengiyê dest bi rêwîtiyê kiriye. Enternasyonalîstên ku ji bajarê Torino yê Îtalyayê tev li Karwana Gelan bûne, bi daxuyaniya çapemeniyê sedemên beşdarbûna xwe ragihandin.
‘Em tên Kobanê û Rojava diparêzin’
Entarnasyonalên Îtalî di daxuyaniyê de gotin: “Silav, em li Torino ne, îro em li vir in, li bajarê Torino yê bakurê Îtalyayê. Wek beşek ji Rêya Başûrê Ewropayê, îro em ji vir dest bi rêwîtiya Peoples’ Caravan (Karwana Gelan) dikin. Ji bo gihîştina Kobanê, parastina şoreşa Rojava û parastina gelan.”
Pêşnûmeya şermezarkirinê dan Parlamentoya Arjantînê
Li Arjantînê parlamenterên Yekîtiya Eniya Çepgir (Frente de Izquierda Unidad), pêşnûmeyeke ku êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar dike, pêşkêşî Meclîsa Eyaleta Buenos Airesê kirin.
Di pêşnûmeya ku ji aliyê Monica Schlotthauer a ji Izquierda Socialista û Parlamenterê PTSê Christian Castillo ve hat pêşkêşkirin, hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava, Heleb, Reqa û herêmên din ên Sûriyeyê sûcên eşkere ne. Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku gelê Kurd careke din bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye û hat destnîşankirin ku êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê û bi hevkariya hêzên emperyalîst têne kirin. Hat xwestin ku ev êrişên pêk tên bi tûndî ji aliyê parlamentoya Arjantînê ve bê şermezarkirin.

Gelê Durzî: Em bi dil û can bi Kurdan re ne
Şêniyên Durzî yên li Siwêdayê li dijî êrişên li dijî Rojava pêk tên piştgiriya xwe ya bi Kurdan û Rojava re aşkera kirin. Hat aşkerakirin ku Êriş û komkujiyên li dijî Kurdan têne kirin, beriya niha li Siwêdayê jî hatibûn kirin. Şêniyan got ku ew bi dil û can bi Kurdan re ne.
Girêdayî mijarê, Îmad Cemol silavên xwe ji tevahî Kurdan re şandin û diyar kir ku wek çawa îxanet li xelkê Siwêdayê hat kirin, li dijî Kurdan jî tê kirin û van êrişan şermezar dikin û ji dil û çan piştgiriya kurdan dikin.
Welatî Zeyd Ebû Sexir û gelek kesayetên din jî diyar dikin ku ew dê destur nedin tişta ku li peravê deryayê û li Swêdanyê pêk hatine li Rojava jî pêk bê. Di din zanîn ku ew ji her aliyê ve van êrişan şermezar dikin û li Rojava piştgiriya Kurdan û pêkhateyên din dikin.














