Polîsan êrişî koma ku dixwest banga piştgiriyê ji bo Rojava bike, kir û tevî Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê nêzî 20 kesan binçav kir.
Li Agiriyê bi pêşengiya DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo Rojava û Kobanê komeke siyasetmedaran di nava bajêr de bangawaziya piştgiriyê kir. Di bangawaziyê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin û gel û dikandarên derdorê piştgirî dan komê. Lê polîsan êrişî komê kir û tevî Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Serhat Yilmaz Koroglû nêzî 20 kesan binçav kir.
Xelkê jî bertek nîşanî êrişa polîsan da û bi berzkirina dirûşman heta ber avahiya DEM Partiyê meşiya.















