Hejmara 3yemîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Keziya honandî ya Kurdistanê” derket.
Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê honandina keziyan û berxwena Kobanê derxist pêş. Herwiha li ser serhildanên gel ên li Îranê jî cih da hevpeyvîna ku bi Rojnager Zehra Muhamed Zareh re çêkiiye. Di hevpeyvînê de Zehra Muhamed Zadeh li ser armanca serhiltana gel, sedemên serhildana gel û êrîşên Rejîma Îranê radiweste. Zehra Muhamed Zadeh destnîşan dike ku li dijî êrîşên li ser kurdan berxwedaneke topyekun şert e.
Nivîskarên rojnameyê bi minasebeta salvegera paqijkirina Kobanê ya ji DAIŞiyan balê dikişinin ser berxwena Kobanê û wateya berxwedana Kobanê. Li aliyê din nivîskar li ser honandina keziyan ku di rojên dawî de zêde bûye rojev radiweste û honandina keziyan wekî jiyana bi rêxistin û azad pênase dike. Nivîskar Felemez Ulug bi sernavê “Manîfestoya serhilanê”, Nivîskar Hesen Huseyin Denîz bi sernavê “DAIŞa hevsarkirî bi dilê serdestan e”, Nivîskar Cahit Kirkazak bi sernavê “Hatin ji newalê bûn xwediyê malê”, Nivîskar Medenî Ferho bi sernavê “Banga Rêber Ocalan banga xelasiyê ye”, Nivîskar Îhrahîm êzidî, bi sernavê “Ji dîroka kevnar heta çeperên Rojava: Kezî” balê dikişinin ser têkoşîn û berxwedana kurdan.








