Çekdarên bi ser hikûmeta demkî ya Şamê ve êrişî gundê Xirab Îşkê yê Kobanê kirin û hat ragihandin ku 2 jê zarok 5 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Çeteyên hikumeta demkî yên ku destekê ji Tirkiyeyê digirin, agirbestê binpê dikin û êrişên xwe li ser gundewarê Kobanê didomînin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; çeteyan bi dijwarî êrişî gundê Xirab Îşkê yê Kobanê kirin, komkujiyek pêk anî. Di encamê de piraniya wan ji malbatekê 2 jê zarok 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatine kuştin wiha ne: Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro, Zarokê bi navê Cafer Mihemed Şêx Bozan û keçek zarok a Mihemed Şêx Bozan.
Şêrîhan Hec Mehmûd, Fatima Hec Mehmûd, Mesûd Şêx Bozan, Nesrîn Mistefa û Mihemed Şêx Bozan birîndar bûn.
Hat zanîn ku hin kesên din jî hene ku hatine kuştin lê nasnameyên wan nehatiye hînbûn.













