Li gundên derdora Kobanê êrişên komên çeteyan berdewam dikim. Di encama bersivdayîna hêzên YPG û YPJê de 10 wesayît, 2 tank, panzerek û wesayiteke ku çeka doçka li ser barkirî bû, hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên ANHAyê komên çete tevî agirbestê jî ji şeva 25ê Çileya 2026an ve êrişê gundên derdora Kobanê dikin. Hat ragihandin ku li bajaroka Çelebiyê û gundê Xirab hişkê komên çeteyan bi 6 tankan, gelek wesayîtên zirxî û hejmarek zêde ya çeteyên xwe êriş kirin. Şervanên HSD, YPG û YPJê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û pevçûnên dijwar rû dan.
Hat gotin ku di encama pevçûnan de li gûndê Xerab Hişkê û derdora fabrîqa çîmentoyê ya Çelebiyê 7 wesayît, 2 tanq, panzer û wesayitek doçka hatin hilweşandin. Hat gotin ku gelek tank û wesayîtên êrişkaran jî hatine derbkirin û çeteyan xwe paşve kişandin. Li gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.
Her wiha di pevçûnên li gûndê Zêrik de jî 3 wesayîtên çetayan hatin rûxandin. Hat diyarkirin ku li gûndê Qasimiyê û derdora fabrîqeya çîmentoyê ya Çelebiyê şer didomin.













