Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî diyar kir ku di roja rizgariya Kobanê de îro dîsa gelê Kobanê di dorpêçê de ye.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî roja rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞê û dorpêça niha li ser Kobanê daxuyaniyek bi dîmen belav kir.
Daxuyaniya Mazlum Ebdî bi vî rengî ye:
“Di roja salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞê de, gelê Kobanê di dorpêçê de ye û rastî êrîşên giran tê. Divê ku cîhan li hember fedekariya Kobanê sozdariya xwe bicih bîne. Em berxwedana Kobanê ji dil silav dikin.”













