Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyand ku Serokê YNKê Bafil Talabanî li wî geriyaye û piştgiriya xwe ji wan re aniye ziman.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew û serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî bi rêya telefonê axivîn e. Mazlum Ebdî ji bo telefonê spasiya Bafil Telebanî kir û ji bo çalakiyên ku ji hêla gelê Silêmaniyê ve tên kirin, kêfxweşiya xwe anî ziman.
Parvekirina Mazlûm Ebdî wiha ye: “Em bi telefona Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Telebanî gelekî kêfxweş bûn. Wî piştgiriya xwe ji bo berxwedana gel û hêzên me anî ziman. Her wiha em bi çalakiyên li Silêmaniyê ku ji hêla gelê me ve tên lidarxistin, serbilind in.”












