11 kesên ku ji ber tevlîbûna çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser Rojava hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê di 23yê vê mehê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê li ser Rojava çalakiyek li dar xistibû. Di çarçoveya vê çalakiyê de 11 kes hatibûn binçavkirin ku 6 kesê ji van di roja çalakiyê de, 5 kes jî bi serdegirtinên malan hatibûn binçavkirin.
Piştî karûbarên li emniyetê qediya, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî Edliyeya Îzmîr kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê Îshak Akman, Amîne Aysel, Ceren Agac, Adar Akdag, Alî Ekber Guleser û Serdar Bayram hatin berdan.
Her wiha Mehmet Emîn Karadag, Agîd Çelîk, Yûsûf Tînk, Emre Sarikaya û Mehmet Ozçelîk sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi şertê “mehê carekê îmze avêtinê” biryara berdana wan da.













