• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Aştiyê: Ji bo Rojava gelek tişt dikeve ser milê me

Omer Demîr / AW

27 ÇILE 2026 - 09:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Mirova Şemiyê Feryal Çelîk û Dayika Aştiyê Gulsum Dag diyar kirin ku ji ber dorpêça Kobanê zarok jiyana xwe ji dest didin û got: “Em naxwazin tu kes bê kuştin. Aştî tiştekî xweş e.”

Ji 6ê Çileyê vir ve çeteyên HTŞê û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişî Rojavayê Kurdistanê û nexasim Kobanê dike. Çete zarokan, jin û kal û pîran dikuje. Kobanê ji aliyê van çeteyan ve hatiye dorpeçkirin. Li Kobanê av û ceryan hatiye qutkirin. Ji ber dorpêçê li Kobanê 5 zarokan ji ber sermayê mirin. Li Qamişlo jî yek jê zarok du kes ji ber sermayê mirin.

Êrişên giran û dijwar ên li dijî gundewarên Kobanê û Hesekê bênavber didomin. Hêrsa gelê Kurd û dostên wan jî li Kurdistan û çar aliyên cîhanê li dijî êrişên qirkirinê berdewam dike. Dayikên Aştiyê jî li her derê nerazîbûn nîşanî êrişan didin.

Mirova Şemiyê Feryal Çelîk û Dayika Aştiyê Gulsum Dag ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser êrişên li dijî Rojava.

‘Zarok û jin tên kuştin’

Feryal Çelîk diyar kir ku li ser Rojava îro êrişên qirkirinê û dijwar hene û got: “Her derê Kurdistanê li ser gelê Kurd zext heye. Zarok û jin tên kuştin. Lê em dizanin ku heke alikarî nedin HTŞê ew nikarin van tiştan bikin. Kurd her dem hedef bûn. Îro DAIŞ ji hêzên din cesaeretê digire û êrişî gelê Kurd dike. Ji ber dorpeçê zarok nikarin bijîn û jiyana xwe ji dest didin. Em van êrişan qebûl nakin.”

‘Gelek tişt dikeve ser milên me’

Feryal Çelîk bi bîr xist ku divê ew rabin û alikarî bidin Rojava û ev yek anî ziman: “Îro seferberî heye, gelek tişt dikeve ser milên me. Divê me xwe bidin pêş. Lê bi yek, du kesan nabe. Divê bi giştî çalakî bên çêkirin. Em ê ji bo Rojava bimeşin û çalakiyan li dar bixin. Ji bo em piştgiriyê bidin gelê Rojava çalakî girîng in. Ji ber ku îro zarok tên kuştin, keziyên jinan tê jêkirin. Keziyên şervanên me şerefa me ye. Ez dixwazim her kes piştgirî bide Rojava.”

‘Çend meh bûn li Rojava aramiyek hebû’

Dayika Aştiyê Gulsum Dag jî ani ziman ku ew êrişên li ser zarok û jinan şermezar dike û wiha got: “Ev çend meh bû li Rojava şer tunebû. Gel di nava aştiyê bû. Lê dîsa êriş dest pê kir. Em aştiyê ji her kesî re dixwazin. Aştî tiştekî baş e. Îro zorak bi sedema sarmayê jiyana xwe ji dest dide. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Aştî tiştekî xweş e. Dayikên Aştiyê aştiyê dixwaze. Şer başiyê nade tu kesî, lê aştî tesîrek erênî li ser her kesî dike.”

Etîket: Berxwedana RojavaDayikên Aştiyê yên StenbolêDayikên ŞemiyePiştgiriya RojavaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (7)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne