Şervanên YPJ û HSDê bersivê didin êrişên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên li ser gundê Sefa yê bajarê Çilaxa.
Li gorî nûçeya ANHAyê çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişên xwe li ser gundê Sefa yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê dubare dikin.
Çavkanî da zanîn ku şervanên YPJ, YPG û HSDê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan.
Der barê ziyanan de tu agahiyên din nehatin bidestxistin.











