Wezareta Karên Derve ya Îngîltereyê ragihand ku wan daxwaz kiriye ku pêşveçûna hêzên hikûmeta Şamê ya ber bi Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve were rawestandin û gel were parastin.
Ofîsa Geşedanê û Civaka Neteweyî (FCDO) ya Wezareta Karên Derve ya Îngîltereyê derbarê hewldanên xwe yên heta niha yên li ser aloziyên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li ser Rojava de daxuyaniyeke berfireh da.
Daxuyanî wekî bersivekê ji akademîsyenê Kurd Azad Deewanee re hatiye şandin de li ser pevçûna li herêmê di nava “fikarên kûr” de ne. Wezaretê ragihand ku wan daxwaz kiriye ku li gorî agirbest tevbigerin, pêşveçûna hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve were rawestandin, gel bê parastin û alîkariya mirovî bê mîsogerkirin.
Di daxuyaniya FCDOyê de hat diyarkirin ku her çiqasî di hefteyên dawî de pevçûn li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye jî, di navbera aliyan de hin agirbest hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îngîltere dixwaze ku ev agirbest were parastin û tundiya li herêmê bi dawî bibe.
‘Divê rêya alîkariya mirovî vekirî be’
Di daxuyaniyê de cih da şîroveyên Wezîrê Dewletê yê Îngilistanê Hamish Falconer ê ji Rojhilata Navîn berpirsyar e, di 20ê Çileyê de kiribû. Daxuyaniya Falconer a ji bo rawestandina pêşveçûna hêzên hikûmeta Sûriyeyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya alîkariya mirovî hat bibîrxistin.













