Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham bang li Erebistana Siûdî kir ku bandora xwe ya li ser hikûmeta demkî bi kar bîne da ku pêşî li “rijandina xwîna” Kurdan bigire.
Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham li ser platforma Xê peyamek ji bo Erebistana Siûdî şand. Graham di peyamê de pabendbûna xwe ya ji bo pêşîgirtina li “rijandina xwîna” li Sûriyeyê li dijî “hevalbendên Kurd” diyar kir.
Graham ev peyam da: “Dem hatiye ku herêm metoda xwe biguherîne û bi durustî tevbigere. Min bêwestan xebitî da ku rêyek nû ji bo têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û herêmê de destnîşan bikim. Ez rêzek mezin ji bo gelek guhertinên ku hatine pejirandin digirim. Lê belê, êrişên Siûdiyê yên li ser Îmaratê û bêdengiya wê ya li hember êrişên berdewam yên hikûmeta Sûriyê yên li ser Kurdan divê werin guhertin.”













