• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

    Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bakirhan: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkaya qeyûm berde

Enqere / AW

10 ÇILE 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina Hevşaredarên Akdenîzê da û got: “Ev rê ne ti rê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji polîtîkaya qeyûm berde.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re bi minasebeta 10ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin serdana ofîsa Ajansa Mezopotamya, JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê ya Enqereyê kir. Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, xebatkarên ajansan û rojnameyê pêşwaziya serdanê kirin. Tuncer Bakirhan destegulek diyarî Huseyîn Aykol kir û vê rojê li rojnamevanan pîroz kir.

Tuncer Bakirhan piştî serdanê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan bal kişand ser desteserkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mersînê û wiha got: “Me gelek caran vegot û ispat kir. Ev rê ne ti rê ye. Ev yek, van meseleyan çareser nake. Xespkirina îradeya gel, kompasa li ber îradeya gel, ne tu rê ye. Bêhurmetiyeke mezin a li dijî vîna gel e. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dev ji van polîtîkayên qeyûm berde. Em wan vedixwînin cidiyetê. Li rexekî wê nîqaşên pêvajoyê bên kirin û li rexa din jî operasyon tên kirin. Em serî li ber van sepanan natewînin. We gelek caran ceriband lê we tu encam bi dest nexistin.”

Tuncer Bakirhan da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê biçe Mersînê û got: “Em ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”

‘Qefleya Îmraliyê vekin’

Tuncer Bakirhan têkildarî nîqaşên piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re tên kirin jî ev tişt anî ziman: “Heke ev nîqaş bi rastî jî derbasî pêvajoyekê bibin, wê demê divê zemîna ku birêz Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe. Divê zemîna vê yekê bê amadekirin û qefleya Îmraliyê bê vekirin. Em nizanin dê çi bi van hevdîtinan bibe û wê veguherin tiştekî çawa. Şandeya me ji me re got ku rojeveke weke efûya giştî tune ye.”

Etîket: Abdullah OcalanakdenizDEM PartîQeyûmTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

15 GULAN 2026
Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

13 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026
Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (397)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne