Li navçeya Wêranşar a Rihayê welatiyan bi teqandina fîşekên hewayî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşanî êrişan dan.
Li dijî êrişên komên çetê yên giredayî DAIŞ, HTŞ, SMO û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên gel didomin. Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî welatî di seatên evarê de li ber avahiya navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wêranşar kom bûn û bertek nîşanî êrişan dan. Welatiyên pankarta li ser, “Li Rojava berxwedan li Bakur serhildan” vêkirin fîşkên hewayî teqandin û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Welatiyan demekê dirêj li ber avahiya DEM Partî bi berzkirina dirûşmeyan piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan dan.














