Gelê Botanê li bajarê Şirnexê li dijî êrişên HTŞê û hêzên paralamîter ên girêdayî Tirkiyeyê meşiyan û berxwedana Rojava silav û pîroz kir.
Li Şirnexê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi hezaran kes li dijî êrişên HTŞê û hêzên paralamîter ên girêdayi Tirkiyeyê meşiyan. Girseya ku li taxa Gûndogduyê kom bûn heta bazara bajêr meşiyan. Di meşê de pankarta, “Rojava wîjdan e, berxwedan e, azadî ye nayê teslîmgirtin” hate vekirin. Her wiha dovîzên, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye”, “ Bijî serhildana gelê Kurd” hatin rakirin.

Girse tevî barîna berfê jî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e ,yek e gelê Kurd yek e” meşiya.
Girseya ku heta bazara bajêr meşiya li vir daxuyanî da.
‘Berxwedan bi ser ket’
Di daxuyaniyê de parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez, diyar kir ku heta ku çareseriyeke mayinde ew ê li kolanan tebikoşin û wiha axivî:” Rojava,bakûre, başûre, rojhilate, rojava hişmendiya wekhevî û azadiye yê. Ew berxwedna ku gelê kurd ku hovitiya DAIŞê têk bir em ê dîsa van çeteyên DAIŞê û HTŞê têk bibin. Gelê me li her deverê cîhanê li ser piyane û dilê wan bi Rojava re ne. Em dixwazin ku xwedî statû bûn. Hêzên navnetewî dixwzin ku me bêstatû bihêlin lê em êdî vê qebûl nakin. Heta ku em bi awyeke azad li ser vê êrdnigariyê dijîn em ê li berxwe bidin. Bi şer û pêvçûnan çareserî nbe. Em gelê Kurd gelek caran htin qetilkirin, hatin qirkirin lê em xelas nebûn, em li vir în. Gelê Rojava dixwazin ku li Suriyeyê bi gelan re bi awayeke xwîşk û biratî bije. Berxwedana gelê kurd dê bi xwe re serkeftinê bîne.”

‘Heta encamê me ê li ser pêyan bin’
Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî axîvî. Newroz Uysal Aslan jî bal kişand li ser peymana di navbera HSDê û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin û got: “Bi vê baranê di bin vê berfê de gelê me ji bo xwedî derketina Rojava û îradeya xwe li berxwe dide. Em vê berxwedanê slav dikin. Duh ve hevpeymaniyek derketiye û diyar bû HSDê û hikûmeta Şamê li hev hatine. Gelek caran ev lihev hatin kirin lê pêk ne anîn. Di serî de ne dirûst bûn û grlê kurd li dijî van êrîşan banga seferberiyê kir û li her deverê dakete qadan. Îro nêçar man ku hevpeymaniyekî îmze bikin. Lê nediyare ku dê pêk bînin yan jî na. Ji ber ku hikûmeta HSDê hê dev ji dagirkeriya xwe berneda ye. Îro jî li ser sînorê Pirsûse amadekariyên şer dikin. Lê em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin. Heta ku gelên wê derê tên qebûlkirin em ê berxwe bidin û li ser piyan bîn.”
Daxuyanî bi birêzkirina dirûşme û tîlîliyan bi dawî bû.













