Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew bi peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat bi kêşxweşî pêşwazî dike.
Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hate ragihandin, peyamek li ser hesabê xwe yê Xê weşand. Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo peymanê anî ziman û wiha got: “Ez her du aliyan jî pîroz dikim. Hêvî dikim ku ev peyman bê domandin û serkeftî be. Riyên aştiyane û diyalog her tim riya herî rast a çareserkirina pirsgirêkan e. Hêvî dikim ku êş û zehmetiyên gelê Kurd ê li Sûriyê dikişîne, bi dawî bibe.”













