• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Ermenistan û Almanyayê banga Kurdan: Dijmin ji hêza me ditirs e

    Ji Ermenistan û Almanyayê banga Kurdan: Dijmin ji hêza me ditirs e

    Pirsûs sibê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe

    Pirsûs sibê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe

    Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

    Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

    ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

    ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

    Cangoriyê seferberiyê Ehmed Hêmin bi merasîmek girseyî hate veşartin

    Cangoriyê seferberiyê Ehmed Hêmin bi merasîmek girseyî hate veşartin

    Girtiyên li zindanên Îranê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Girtiyên li zindanên Îranê piştgirî dan berxwedana Rojava

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Ermenistan û Almanyayê banga Kurdan: Dijmin ji hêza me ditirs e

    Ji Ermenistan û Almanyayê banga Kurdan: Dijmin ji hêza me ditirs e

    Pirsûs sibê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe

    Pirsûs sibê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe

    Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

    Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

    ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

    ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

    Cangoriyê seferberiyê Ehmed Hêmin bi merasîmek girseyî hate veşartin

    Cangoriyê seferberiyê Ehmed Hêmin bi merasîmek girseyî hate veşartin

    Girtiyên li zindanên Îranê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Girtiyên li zindanên Îranê piştgirî dan berxwedana Rojava

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun: Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta înkarê ji holê hat rakirin

Gulizar Turkoz - Daristan Pala / AW

31 ÇILE 2026 - 15:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, VÎDEO
A A
Amed – Hevsereka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar derheqê peymana di navbera HSDê û hikûmeta Şamê pêk hat de axivî û got ku di encama berxwedana gelê Kurd de peyman hate ragihandin û li Rojavayê Kurdistanê siyaseta înkarê ji holê hat rakirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar derheqê peymana di navbera HSDê û Şamê de ji Ajansa Welat re axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar got: “Piştî vê peymanê ez dikarim bejim ku ji aliyê Kurdîstanê ve sîyaseta înkarê tê rakirin. Di çarçoveya paradîgmaya birêz Ocalan de berxwedana HSDê û gelê Rojava û hemû Kurdan a li çar parçeyan û dostên Kurdan encamek erên bi xwe re anî.”

‘Hêzên hegemon xwestin şerê Kurd û Ereb derxin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku agirbest û peymana di navbera Kurdan û hikûmeta demkî de hat mohrkirin di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sbata 2025an de pêk hatiye û wiha got: “Nêzê meheke ku li Sûriyeyê li ser gelê Kurd şereke giran heye. Di ser banga birêz Ocalan de salek derbas bû û em tên ba hev û pirsa dê meseleya Kurd çawa çareser bibe ji hev dikin. Me dît ku dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoya aştî û civaka cemokratîk bi şerê Sûriyeyê berdewam bike. Me dît ku şerê li Sûriyeyê tê kirin ne tenê di navbera HTŞê û HSDê de dibe. Di nava vê şerî de hejmareke zêde dewlet hene. Ev şer di navbera jinan û desthilatdariya zilamperestan de ye. Ev şer di navbera dîktatoriyê û azadiyê de ye.

Hêzên desthilatdar û hegemon xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de şer çêbe. Xwestin şerê li Sûriyeyê bikin şerê navxweyî yê Sûriyeyê. Lê wisa nebû. Ji wê rojê heta bi îro nûnerên Kurdan, HSDê şer nexwest û ji bo li dora maseyek bên gel hev û mijarê muzakere bikin xebitîn. Li serr vê jî rê li ber çareseriyê vekirin.”

‘Berxwedana Kurdan bi ser ket’

Çigdem Kilicgun Uçar bal kişand ser berxwedana Kurdan û dostê wan û got: “Di nava vê mehê de li Sûriye û Rojava, li Tirkiyeyê, li Rojhilat û Başûr û li her derê cîhanê Kurd û dostên xwe daketin kolanan û helwesat xwe bi berxwedanê eşkere kirin. Gelê Kurd û dostên xwe bi vê berxwedanê gotin ku ew destûr nadin şer çêbibe.

Tişteke din jî heye ku heta îro rêberên Kurdan piştî berxwedanê dihatin darvekirin. Lê îro pêvajoya nû li pêşiya gelê Kurd heye. Bi berxwedana gelê Kurd maseya muzakereyê hat danîn û rêberê Kurdan li hêleke maseyê cihên xwe girtin. Rêberê Gelê Kurd û HSDê di vê de israr kirin û ji bo çareseriyê maseya muzakereyê danîn û li ser vê maseyê jî bi ser ketin. Ev mesele ne meseleya rojek û du rojan e. Meseleyeke giran e. Kîjan dewlet vê meseleye bi rêyên demokrasiye û aştiyê çareser kirin e wan jî qezenc kiriye.”

‘Dewleta Tirk xwest ev pergal têk biçe’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd xwedî li pergala demokratîk ya Rojava derdikeve û wiha axivî: “Ev pergal bi berdêlên giran ên deh salan hat avakirin. Li dij vê jî komên çete û dewleta Tirk hewl didin ku vê pergalê ji holê rakin. Peymana hate çêkirin encamek baş e. Gel û rêxistinên xwe pergala Rojava bi dest û neynûkên xwe, bi ked û xwêdana xwe ava kirin. Dewleta Tirk û dewletên din û li gel hikûmeta demkî ya Şamê xwestin ku vê pergalê hilweşînin. Di encamê de heqê gelê Kurd û gelên li Sûriyeyê winda bikin. Di cihê vê de dîktatoriyê ava bikin. Lê hem berxwedana gelê Kurd û hem jî berxwedana dostên Kurdan destûr neda ev pêk bê. Me vê hem di encama agirbestê de dît û hem jî di encama şer de dît.”

‘Bi vê peymanê siyaseta înkarê ji holê hat rakirin’

Çîgdem KiliçgunUçar di dawiya axaftina xwe de li ser wateya peymanê rawestiya û got: “Rastiya derketiya holê ew jî ev e; li parçeyeke Kurdistanê ya din jî siyaseta înkarê hat rakirin. Vê agirbestê hem pêşî li heqê gelê Kurd û li heqê gelên di ên li Sûriyeyê vekir. Heta niha em li ser entegrasyonê xeber didin. Wisa dixuye ku pêkhatina vê agirbestê dê rê li ber naskirina statuya gelê Kurd û entegrasyona demokratîk jî veke. Hem paradîgmaya birêz Ocalan, hem jî keda gelên Rojava û HSDê encama dixwest, pêk anî.

Îro ji mere çi lazim e em bêjin; yekîtiya gelê Kurd û dostên xwe pir tişteke pêwîst e. Em dîsa çalakiyên xwe yên demokratîk, ji bo Rojava û pêşeroja xwe dengê xwe bilind bikin. Tişta ku em zanin ev agirbest ne tenê Rojava û gelê Kurd re ji gelên li Sûriyeyê re jî demokrasî û azadî bîne. Hem jî dê li Rojhilata Navên bingeha demokrasiye û aştiyê xurt bike.”

Etîket: Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarPeymana HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

Omer Ocalan: Divê rehawet nebe, berxwedan bidome

31 ÇILE 2026
Kenanoglû: Ji îro pê ve divê destûrek demokratîk li Sûriyê were sazkirin

Kenanoglû: Ji îro pê ve divê destûrek demokratîk li Sûriyê were sazkirin

31 ÇILE 2026
Erebistana Siûdî piştgirî da peymana HSDê û Şamê

Erebistana Siûdî piştgirî da peymana HSDê û Şamê

30 ÇILE 2026
Ji Mazlûm Ebdî daxuyanî: Yekitiya Kurdan berpirsiyara me hemûyan e

Mesûd Barzanî peymanê pîroz kir

30 ÇILE 2026
Li Efrînê jenosîda demografîk dê bi dawî bibe

Li Efrînê jenosîda demografîk dê bi dawî bibe

30 ÇILE 2026
Şandeya Kurd ji bo nîqaşa destûrê dê biçe Şamê

Şandeya Kurd ji bo nîqaşa destûrê dê biçe Şamê

30 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1565)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne