Li bajarê Montbélîardê yê Fransayê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin û banga vekirina deriyê sînor ê Kobaniyê hate kirin.
Kurdên li bajarê Montbélîardê yê Fransayê bi armanca şermezirkirina êrişan û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê çalakî pêk anî. Gelek sazî û rêxistinên dostên Kurdan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankart û dowîzên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin hatin hildan û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di axaftinan de dorpêçe li ser Kobaniyê hate bi bîr xistin û banga vekirina deriyê sînor hate derbirîn.
‘Derî ji ber bêdengiya navneteweyî venabe’
Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser gelê Rojava ji ber bêdengiya civaka navneteweyî didomin. Di daxuyaniyê de, di serî de saziyên navneteweyî bang li hemû aliyên eleqedar hate kirin ku ji bo demildest deriyê sînor were vekirin berpirsyarî bigirin.













