Îran ku di bin gefên DYA û Îsraîlê de ye, dê li bakurê Deryaya Omanê û Okyanusa Hindê bi Çîn û Rûsyayê re tetbîqat li dar bixe. Hewildanên Îranê ku di bin gefên şer ên DYA û Îsraîlê de ye wekî hewildanên avakirina dengeyê tên xwendin. Lê her di nav dewletên hedefa DYA, Îsraîl û Ewropayê de hewildana hevkariyê hebe jî di navbera wan de gelek nakokî jî hene.
Îran ku demek dirêje di bin gefên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê de ye, hewil dide têkiliyên bi Çîn û Rûsyayê re dengeyek ava bike. Di vê derbarê de Ajansa Tesnimê ya Îranê diyar kir ku Îran di nîvê sibata 2026an de tatbîkata, “Kembera Ewlehiya Deryayî” li dar dixe. Li gorî nûçeyê Îran, Rûsya û Çîn beşdarê tatbîkata navborî dibin. Zanyarên mijarê diyar dikin ku hedefa vê tatbîkatê ev e ku peyamê bidin Amerîkayê. Lê ligel hemû hewildanan jî çi li deryayê û çi jî li bejahiya Îranê agirê bine beroşa Şer kêm nabe, her diçe gurtir dibe.
Li herêmê şerek hîbrît heye
Pisparên leşkerî anîn ziman ku li Îranê siyaseta şer bi rengeke hîbrît pêş dikeve. Çavdêriyeke beloq li ser hêza Îranê ya siyasî û leşkerî ji pir aliyan ve tê kirin. Keştiya balafirên Şer ya DYAyê li nêzê qada deryayî ya Îranê ye û her roj ev tên xurtkirin.
Navbeynkariya dîplomatîk ya fermî û ne fermî
Ji bo navbeynkariyê tirafîka dîplomasiyê çi bi riya telefonê û çi jî bi serdanên fermî û ne firmî diçe û tê. Tirkiye, Erebîstana Siudî û Rusya ji bo navbeynkariyê bi Îranê re têkiliyan didome. Di vê tirafîka dîplomatîk ya navbeykariyê de jî hesabên welatan heye. Rusya ketina û destguhertina rejîma Îranê ji bo berjewendiyên Rusyayê erênî nabîne. Hebûna rejîma Îranê sînorê Rûsyayê yê Qafkasyayê ji Amerîka û NATOyê diperêze. Rusya û Çîn ji derveyê sînorê xwe Bi hebûna rejîma Îranê xwe û sînorê xwe ji NATO û Amerîkayê diparêzin. Ev ne tenê parastina sînore jî berjewendiyên aborî û siyasî ya welatên xwe di hebûna rejîma Îranê de dibînin.
Nakokî rastiya siyasetê vedişêrin
Hêza Muhafiz ya Şoreşa Îranê dema bersiv da gefên Amerîkayê got ku baregeha leşkerî ya Încirlikê ya Edeneyê jî di nava hedefên wan de ye. Lê rayedarek Tirkiyeyê bertek nîşanî vê gef û daxuyaniyê neda. Tirkiye bi vê sekna xwe diyar dike ku ew di şereke pêkan ê Îranê de dê ne li ber NATOyê be û ji bo pir tiştan ji kiryarên Îranê yên şer re çavên xwe bigire û bi bêdengiyê piştgiriyê bide Îranê. Ev pir girîng e û divê ji aliyê siyasetê ve rast bê xwedin. Ev helwest ji bo naskirina siyaseta Tirk ya ji bo şereke pêkan ya Kurd û Îranê û siyaseta Tirk ya ji bo şereke pêkan ya Îran û Amerîka ango NATOyê projektoreke pir baş û şênber e.
Gotin û kirin hev nagirin
Piştî van gefan roja 30ê Çileya 2026an Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî di çarçoveya vexwedina fermî de hat serdana Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê daxwaza navbeykariyê kir. Ev ji pir aliyan ve muhtacê analîzê ye. Ji hêlek ve xaka Tirkiyeyê wek hedefa şer tê nîşandan û ji hêleke din ve jî dîplomasiya daxwaza navbeynkariyê tê gerandin. Eva na ne nakok in, rastiya siyaseta ne fermî ya rasteqîn a navbera Îran û Tirkiyeyê de radixe ber çavan. Daxuyaniyên Fermi li hêlek rastiya geşedanan û siyaseta rasteqîn ya li qadê birêve diçe naşibin hev.
Hin manevrayê dîplomatîk yên Tirkiye û Îranê
Hesabê Tirkiye û Îranê ji berjewendiyên aborî û siyasî wêdatir têkiliyên wan dîrokîne û zêdetir tevlihevin. 28ê Çileya 2026an Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fidan ji El Cezireyê re axivî û got: “Pêkhatine êrişeke li dijî Îranê xetayeke mezin e.” Şêwirmendê Erdogan yê berpisê ewlehî û polîtîkayê Akif Çağatay Kılıç ji TRTê re got: “Enqere mudaxeleya leşkerî ya li dijî Îranê naxwaze.”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku şirîgê hikûmetê û mutefîkê Erdogane got: “Êrişa Amerîkayê ya li dijî Îranê provakasyoneke emperyalîst e.” Ne Serokê CHPê Ozgur Ozel û ne jî rayedareke CHPê ji bo komkujiya bi destê rejîma Îranê pêk hat tu daxuyanî neda û bi bêdengiya xwe destek da rejîma Îranê.
Li Îranê dengên nû bilind dibin
Li Îranê dengên dijber ne tenê li kolanan û di nava muxalefetê de bilind dibe. Rejîma Îranê her çend tundî û qirkirinê zêde dike jî nikare rê li ber wêrekiya xwepêşandêran bigire. Xwepêşandêr ji kolanan dernakevin û siyaseta kolanan pir bi bandore û rastiyê dispêre herkesî. Herî dawî malpera İranwire yê diya kir ku Qîza Serokomarê Berê yê Îranê Haşemî Rafsanjanî Faezeh Haşemî Rafsanjanî rejîma Îranê hişyar kir û got: Ji bo rejîma Îranê karibe temenê xwe dirêj bike neçare ku daxwazên xwepêşandêrên li kolanan hatine qirkirin bê bersivandin.
Îran baweriya xwe bi Tirkiyê naîne
Analîstên pîspor yên Tirk jî diya dikin ku erda Îranê çiyaye û di şereke pêkan ê Amerîka û Îranê de şerê navxweyî pir lezgîn dê belav biek û di demeke kin de serweriya rejîma Îranê têk biçe. Van pîsporên Tirk diyar dikin ku encama geşedaneke wisa dê di nava sinore Îranê de nemîne û biherike nava sînorê Tirkiyeyê jî. Xwepêşandêrên li Îranê van daxuyaniyên hikûmeta Erdogan ji bo xwe wek durutî û xiyanet pênase dikin. Tay bet jî azeriyên ku li wê dijîn ji ber vê siyaseta tir bêmecal in û bertekên mezin nîşanê desthilatdariya Tirkiyeyê didin. Ecemên li Îranê siyaseta hikûmeta Enqereyê li dijê xwe dinirxînin û dibêjin: Enqere ji bo neyartiya Kurdan me ji çav derdixe û dihêle ku em di binê rejîma tîran û faşîst de bi qirkirinê re rû bi rû bimînin.













