• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Li Dihokê di 24 saetan de 12 dron hatin xistin

    Li Dihokê di 24 saetan de 12 dron hatin xistin

    CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

    CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

    Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Li Aydinê ji bo şervanê YPGê Şerzan Sason şîn hat danîn

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Rêwar Awdanan: Divê hemû neteweyên Îranê beşdarî siyasetê bibin

    Li Dihokê di 24 saetan de 12 dron hatin xistin

    Li Dihokê di 24 saetan de 12 dron hatin xistin

    CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

    CPT: Di êrîşên ser Başûr de heta niha 14 kes jiyana xwe ji dest dane

    Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakur silav da Rojava: Em ê her dem Rojava biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

1 SIBAT 2026 - 16:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hate gotin ku gelê Kurd heta hetayê li bi Rojava re ye û dê destkeftiyên Rojava biparêzin.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Bi Rojava Re ya Cîhanê li gelek navçe û bajaran daxuyanî hatin dayîn.

Colemêrg

Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayîn û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Egîd Tekîn daxuyaniya hevpar a ku îro li gelek navendan tê dayîn xwend.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak axivî û got: “Îro rojeke gelek watedar e. Her sal bi boneya vê rojê em ê li hev kom bibin. Em ê 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê di rojevê de bihêlin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Wan

Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê bi boneya Roja Hevgirtina Bi Rojava re ya Cîhanê li ber Wan Mall AVMê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi ruhê yekitiya neteweyî ya demokratîk 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav dikin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Zulkuf Ûçar, hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, Meclîsa DEM Partiyê û DBPê ya Ciwanan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr metna hevpar a bi Kurmancî xwend.

Piştre parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli axivî û bal kişand ser parastina Rojava. Gulderen Varli destnîşan kir ku divê cîhan û Tirkiye dest ji piştgiriya hişmendiya DAIŞê berdin û got: “Em weke gelê Kurd li çar parçeyan bûne yek û me got ‘yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’. Em dê li hemberî hemû jenosîdan weke gelê Kurd rawestin û qebûl nakin. Em weke jin, ciwan û zarokan li hemû qadan li gel têkoşîna gelê xwe yê Rojava ne. Heta ku hûn digehijin statuya xwe em ê li gel we bin û tu carî jî paş ve gav naavêjin. Heta ku aramiya wir neyê tesîskirin em ê li her derê dirûşmên ‘Rojava rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya rojê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratik 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin” hate vekirin û bênavber dirûşmên wek, ““Bijî berxwedana Kobanê”, “Bîji berxwedana Rojava”, “Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Hevseroka R3existina DBPê ya Êlihê Mehdiye Demîr daxuyaniya hevpar xwend.

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û êrişên li ser Rojava şermezar kir û got ku bi berxwedana Rojava re ruhê yekîtiya neteweyî derket holê. Tiryakî destnîşan kir ku Kurdan li şûna şer rêya diyalogê bijartiye.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Cizîr

Li navçeya Cizîra Şirnexê di çarçoveya 1ê Sibatê Rojava Piştgiriya Rojava ya Cîhanê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve daxuyanî hate dayin. Girseyê ku xwest bimeşe ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li dijî vê bi hezaran kes li qada taxê kombûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku li taxa Cudî hate dayîn Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê û bi deh hezaran kes tev li bûn.

Pêşiya daxuyaniyê girseya ku li qada taxê kom bû bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana rojava”, “Yek e, yek e gelê Kurd yek e” dil da Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de bi pankarta, “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya denokratîk 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin” hate vekirin.

Metna çapemeniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partiya Cizîrê Yilmaz Sanri ve hate xwendin.

‘Em ê pêşengiya şoreşê bikin’

Piştre aktivîsta TJAyê Çîmen Adalet Fîdan axivî. Çîmen Adalet Fîdan, bal kişand li ser şandeya ku çûye Rojava û got:” Rojava slavên xwe yên gerim yê berxwedêr ji we re şandin. Beriya 10 salan hêzeke çetewarî DAIŞê êriş bir ser Rojava. Îradeya jina û Rojava DAIŞ binpêkir û nehişt ku Rojava bikeve. Xewn û xeyalên me li Rojava pêk hat. Lê dîsa êriş bitin ser Rojava. Hedef girtina rojava hedef girtina azadiya jinê yekitiya gelab bû. Li dijî van êrişan herkesê ku nirxên mirovahiyê parastin derketin qadan û piştevaniya Rojava kirin. Gelê kurd bû yek û li dijî van êrişan dengê xwe bilind kir. Me çawa ku piştevaniya Rojava kir û bedelên giran dan em dîsa piştevaniya Rojava bikîn û pêşengiya vê şoreşê dikîn.”

Kiliçgun: Netew-dewlet têk çû û vîna gel bi ser ket

Piştre hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kilicgûn Uçar axivî. Çîgdem Kilicgûn Uçar bi lêv kir ku parastina rojava parastina nirxên mirovahiyê ye û got ku bi saya têkoşîna gelan netew dewlet careke din têk çû û wiha axivî:” Têkoşîna gelê me encam girt ev serkeftin li gelê me pîroz be. Gelê me êrişên ser Rojava qebûl nake. Amed dimeşe, Stenbol dimeşe, Bazîd dimeşe lê Cizîr nameşe. Çima? Ji ber ku ew kesên Rojava li vir in. Hûn ê li dijî îradeya ciwanan, jinan binpê bikin. Coşa gel ya vê derê ji bo ku zarok nemirin, jin nemirine. Ji yekitiya grlê kurd aciz bûne, aciz nebin. Gelê kurd dê li dijî DAIŞê bimeşe, dê ji bo azadiya xwe û tifaqiya xwe bimeşe. Rojava pergala yekitiya gelane. Ew lihrvhatina 30ê Berfanbarê derketiye holê di encama têkoşîna gelê kurd de çêbû. Careke me dît ku netew dewlet nikarin li hemberî vîna gelan bisekine. Em slavên xwe kesên ku ji bo aşitiyê, azadiyê û yekitiya gelan şer dikin pêşkeş dikin. Kobanê kela azadiya gelane, kesên ku li Kobanê ceyranê dibirin, avê dibirin dê nikaribin berxwedana jinan û ciwanan bidin sekinandin. Li dijî van êrişan Îradeyeke gelek mezin derket holê. Gel gav bi gav mezintir dibe. Vê yekê du tişt nîşanî me da ku netew dewlet têk çû û vîna gelan bi ser ket. Heta ku agirbest mayinde dibe û heta ku gefên li ser Rojava disekinin em ê li qadan bin.”

Piştî daxuyaniyê ciwanên ku xwestin bimeşin polîsan êriş kir. Ciwan bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” ketin kolanên taxê.

Sêrt

Xelkê Sêrtê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Sêrtê bi boneya 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû û daxuyanî da û meş li dar xist. Di çalakiyê de parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrt û navçeyan, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Girseyê pankarta “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav dikin” hilgirtin. Di çalakiyê de bê navber diruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevseroka DBPê ya Sêrtê Muazzez Bulgar daxuyaniya hevpar xwend.

Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di daxuyaniyê de axivî û got: “Gelê Kurd îro li çar aliyê cîhanê li ser piyan e. Rojava rûmeta jiyanê diparêze, hezar silav li hemû gelên bi Xweseriya Demokratîk re ne. Helbet em ê li kêleka kesên mafên wan tê binpêkirin bin.”

Mûş

Li Mûşê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Mûşê pêk hat pankarta bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk 1’ê Sibatê Roja piştrvaniya Rojava ya Cîhanê silav dikin” hate vekirin. Hevserokê navçeya navendî ya DEM Partiyê Faîk Yasûngûr metna hevpar a daxyuyaniyê xwend.

Piştre parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz axivî û diyar kir ku ew ê ji bo Rojava li qadê bin û anî ziman ku Rojava bi tenê nîne, divê gelê Rojava qet xwe bi tenê hîs neke.

 

Erzirom

Platforma Saziyên Demokratîk li Erziromê bi wesîleya rojê meş li dar xist û daxuyaniyek da. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Erziromê kom bû ber bi Meydana Bajêr a Mahallebaşiyê ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevserokê DBPê yê Erziromê Ramazan Karakaş ve hat xwendin.

Bedlîs

Platforma Saziyên Demokratîk li Bedlîsê jî bi minasebeta rojê meş li dar xist û daxuyaniyek da. Girseya ku li ber avahiya Tetwanê ya DEM Partiyê kom bû, heta Parka Filistînê meşiya. Girseyê di meşê de pankarta “Em bi Ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav dikin” ku bi Kurdî û Tirkî nivîsandibû vekirin, lolîpopên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin.
Parlementerê Bedlîsê Huseyîn Olan piştî meşê axivî û destnîşan kir ku ji bo rûmeta gelê Kurd divê ew Rojava biparêzin.

Bazîd

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê, bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Meşa ku li Kolana Mem û Zînê bi pankarta “Rojava ala me ya sor e” pêk hat, Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Sirri Sakik û Nejla Demir û gelek kesên din beşdar bûn. Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em kî ne?” hatin berzkirin.

Dîlok

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Bi Rojava Re ya Cîhanê li bajarê Dîlokê bi beşdariya Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî hate dayîn. Rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li navenda Dîlokê hate dayîn û pankarta “Qedera gelên Rojhilata Navîn nabe ku teslîmî emperyalîzmê û tarîtiya paşverû bê kirin” û dowîzên, “Keziyên me tirsa we ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” hatin rakirin û bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser talankirin û komkujiyên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê û xwest hikûmeta Şamê li gorî ruhê peymanê tevbigere. Koçyîgît bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku deriyê Murşîdpinarê veke û alîkariya mirovî demildest bigihîje gelê Kobanê. Koçyîgît anî ziman ku ew bi wesîleya rojê piştevaniya berxwedan û destkeftiyên Rojava dikin.

Hatay/Antalya

Platforma Saziyên Demokratîk li Antalyayê û Hatayê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Antayayê li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e” hate vekirin û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana HSDê” hatin berzkirin. Li Navçeya Îskenderûna Hatayê jî koma li ber Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê hate cem hev pankarta piştgiriya Rojava dikin vekirin û sloganên dilsoziya bi hêzên Kurd re anîn ziman avêtin. Di axaftinan de banga mezinkirina berxwedanê û parastina Rojava hatin kirin.

Manîsa

Li Manîsayê jî welatiyên ku dixwestin êrişên li dijî Rojava bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bikin rastî astengiya polîsan hatin. Komên ji navçeyên Turgutlu û Salîhliyê hatîn li ketina Manîsayê hatin astengkirin. Li ser wesayîtan û beşdaran kontrola nasnameyê û lêgerîna wesayît û kesan hate kirin. Piştî lêgerînan, wesayît hatin girêdan û birin otoparka pêbawer. Komê ku wesayîtên wan hatibûn desteserkirin, tevî hemû astengiyan jî paşde gav neavêtin. Beşdaran pankarta, “Rojava ne bi tenê ye” vekir û biryar dan ku bi meşê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda bajar bibin. Di daxuyaniyên ku di dema meşê de hatin kirin de, hate gotin ku piştgiriya gelê Rojava sûc nîne û tevî hemû astengiyan jî ji têkoşînê venagerin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi gelê Rojava re û got: “Her çiqas dilên me hezar parçe bibin jî, em bi yek dil û yek deng li qadan in. Ev gel qet dê rê nede faşîzmê.”

Îzmîr

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a ji bo 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi sedan kes li ber Konak Pierê hatin cem hev, girseya ku ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê gihîştibû hev, pankarta ‘Rojava berxwedan e, têkoşîn e, azadî ye. Nayê teslîmgirtin’ vekir û dovîzên ‘Rojava xeta me ya sor e’ bilind kirin û gelek caran dirûşmeyên ‘Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Digel barana zêde jî girseyê qad ne terikand û ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiya. Polîsan rê li ber girseyê girt û êriş bir ser girseyê. Girse tevî astengiya polîsan jî bi dirûşmeyan meşa xwe domand.

Etîket: 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya CîhanêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bendava ku sala par ziwa bûbû îsal tije bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mesûd Barzanî: Dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nav şerekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê projeya JESê ya Gimgimê hat şermezarkirin 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di nava Serokkomariya Îranê û hêzên leşkerî de nakokî kur dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1106)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne