Li navçeya Pirsûsê ciwanên ku xwestin ji bo 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê bimeşin, rastî êrişa polîsan hatin û 11 kes hatin binçavkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê têkildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li Qada Pirsûsê çalakiya meşê li dar bixînin. Girseya rastî astengiya polîsan hatin astengî nasnekirin û çalakiya meşê li darxistin. Polîsan êrişî girseyê kirin 9 kes binçavkirin. Her wiha piştî meş qedya jî 2 ciwan dema belavbûn hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin dê bibin TEM a Rihayê.
Navên 9 kesên hatine binçavkirin ev in: “Mehmetşah Karatay, Ronî Xelîl, Fatma Taş, Bekir Polûn, Talat Demîrbîleklî, Ferhat Çevrîm, Metîn Yildirim, Yûsûf Kiliç û Îbrahîm Kiliç.”













