Îzmîr – Siyasetzan Doç. Dr. Arzû Yilmaz, derbarê peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de axivî û got: “Peyman jî wekî hikûmeta Şamê demkî ye. Heta destûra bingehîn neyê nivîsandin tişteke mayînde nîn e.”
Dema bi piştgiriya Tirkiyeyê, êrişên komên cîhadîst ên HTŞ û DAIŞê li dijî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dest pê kirin, qonaxeke nû û xeternak li Sûriye û Rojava dest pê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo ku gelê Kurd ji qirkirinê biparêze û rê li ber şerekî girantir bigre, ji cihên wekî Reqa, Tebqa û Dêyrezorê, ber bi Rojava ve vekişiyan. Ev vekişîna taktîkî, rê li ber peymaneke nîqaşbar a di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê vekir.
Siyasetzan Doç. Dr. Arzû Yilmaz, derbarê piştperdeya peymana hatiye îmzekirin û armanca peymanê ya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Peyman jî wekî Hikûmeta Şamê demkî ye’
Arzû Yilmaz bal kişand ser rewşa hikûmeta demkî ya Şamê û peymana bi HSDê re hatiye îmzekirin û wiha got: “Her tiştê ku niha tê kirin, ji ber rewşa awarte ye. Ji ber wê, ev peyman hê ne xwedî statuyeke hiqûqî ye û heya ku destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê neyê nivîsandin, tiştekî mayînde nîn e. Rojava, niha di nav valahiyeke hiqûqî de hewl dide bi peymanên demkî destkeftiyên xwe biparêze. Encama rast dê di rojên li pêşiya me de diyar bibe. Divê neyê jibîrkirin ku muxatebê HSDê muxatabeke ‘demkî’ ye, lewma jî HSDê peymana şer jî ya aşitiyê jî îmze bike, dê ev peyman demkî bin. Ev yek divê ne wekî têkçûn ne jî wekî serkeftin bê pênasekirin.”
Arzû Yilmaz diyar kir ew ne şîroveyên xwe lê encamên rasteqînî tîne ziman û wiha pê de çû: “Piştî ku HSDê hebûna xwe ya sazîbûnê û berpirsyariya sereke ya ewlehiya Rojava di vê peymanê de misoger kir, ji îro pê de mijarên ku HSDê dê di yekeyên îdarî, yekêyên sivîl, yekeyên ewlehiyê de çawa cîh bigire, mijarên têkoşîna siyasî ne.”
Îsraîl li dijî Îranê artêşa Şamê wek hêzekê xwe dibîne
Di berdewama axaftina xwe de Arzû Yilmaz anî ziman ku dema peyman bi encam bibe anku 2ê Adarê gelekî girîng e û got: “Peyman peymana ‘entegrasyona qonax bi qonax e’ di peymanê de tê diyarkirin ku heta 2ê Adarê xalên ku hatine diyarkirin bên pêkanîn. Dîroka 2yê Adarê gelekî girîng û balkêş e, ji ber ku peymana ewlehiyê ya di navbera Sûriyê û Îsraîlê de jî divê heta 2yê Adarê bi cîh were. DYA dixwaze peymana di navbera Rojava-Şam û Îsraîl-Şamê de heta mehekê bi encam bibe. Anku DYA û Îsraîl dixwazin heta vê dîrokê Sûriye ‘tenha’ be. Sedema vê jî amadekariya operasyoneke mezin a li ser Îranê ye. DYA dixwaze berî êrişî Îranê bike, nakokiyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê ji holê rake. Îsraîl jî li ber vê hatiye û di vê çarçoveyê de, Îsraîl li Sûriyeyê rê li ber avakirina “artêşeke bejayî ya Sunî” vekiriye.
‘DYA û Îsraîl dê HTŞê û DAIŞê bikin leşkerên xwe’
Arzû Yilmaz bi bîr xist ku komên HTŞê û DAIŞê bi bingeha xwe ve cîhadîst in û wiha pê de çû: “Dê HTŞ û DAIŞ bibin ‘hêza bejayî’ ya Îsraîlê ya li dijî hêzên Şîi û Îranê. Îsraîl di dema şerê Xezayê de dît ku kêşe û pirsgirêka wê ya herî mezin hêza bejahî ye, lewma Îsraîl a ku gelek caran bi awayekî zelal hevkariya HSDê dikir, ji ber plana ‘rûxandina rejîma Îranê’ artêşa ku ji cîhadîstan pêk tê ji xwe re kir hevkar. Mirov dikare bi kurtasî bibêje ku dixwazin li dijî mihwera Îranê ya Şiî, mihwereke Sunî ya ku ji Afganîstanê heta ber bi Lubnanê ve tê ava bikin. Lewma Trump serê kêliyê dibêje îstiqrara Sûriyeyê û aşitiya Rojhilata Navîn armanca me ya sereke ye. Lewma li gel hemû nakokiyan Erebîstana Siûdî, Îsraîl, DYA û Tirkiye li ser plana ‘dijbertiya Îranê’ li hev dikin. Mirov dikare bêje ku beriya şerê Sunî-Şiî DYA û Îsraîl dixwazin artêşa Şamê ji xwe re bikin leşker.”
‘Tirkiyeyê hevkariya artêşa cihadîst hilbijart’
Arzû Yilmaz derbarê polîtîkaya Tirkiyê de diyar kir ku daxuyaniyên Enqereyê yên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de, bi ketina taxên Helebê re av û av çû û got: “Erdogan li şûna ku bi Kurdan re aştiyekê ava bike û li herêmê bi wan re tifaqê ava bike, çû hevkarî bi ‘Artêşa cîhadîst ya Sunî’ re kir ku ev hevkarî tê wateya Tirkiye dixwaze li cem Suniyan be. Bi vê tercîhê re, Tirkiyeyê nîşan da ku di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de dixwaze li şûna Kurdan şirîkê wê bibin komên cîhadîst ên li Şamê.”
‘Dibe ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin’
Di dawiya axaftina xwe de Arzû Yilmaz got ku hêzên navneteweyî ji bo Kurdan bi kar neynin wan yekîtî esas girt û got: “Kurdên li Başûr û Rojava bi hev re hewl didin stratejiyeke hevbeş bimeşînin. Îro êdî li Rojhilata Navîn ne ji bo Başûr ne jî ji bo Rojava DYA ne garantor e. Piştî ku DYA ne garantorê Başûr û Rojava be û li ber deriyê Kurdan şerê Şiî û Suniyan hebe, Kurd ji xwe re dibêjin divê em xwedî helwesteke hevpar bin. Ji bo tijîkirina valahiya ji eşîrên Ereban ên di nav HSDê de derketina tije be, dibe ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin. Ev yek tê wê wateyê ku Kurd dema ku Îran wekî armanca sereke hatiye diyarkirin, di navbera şerê Sunî û Şiiyan de naxwazin bibin alî û tenê dê li ser yekîtiya xwe bisekinin. Kurd dixwazin têkiliyên di navbera Başûr û Rojava de bidomînin, hevkariya xwe xurt bikin û vê pêvajoya şer bi zirara herî kêm derbas bikin. Anku bi kurtasî mirov dikare bêje ku Kurd niha li ser mûyeke zirav dimeşin. Li aliyekî ve bi Şamê re di nava bazarekê de ne, li aliyê din ve jî li hemberî plana mezin a DYA û Îsraîlê hewl didin hebûna xwe biparêzin.”













