• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êrişan yekitî derxist holê: Divê kongre pêk bê

Onder Akbulut / AW

2 SIBAT 2026 - 09:45
Kategorî: MANŞET
A A
Wan – Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr têkildarî hevpeymana ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivî û got: “Êrişên çeteyan ruhê yektiyê derxist holê. Heta kongreya neteweyî neyê avakirin dê Kurd her di bin xeteriyê de bin.”

Piştî êrişên çeteyên HTŞê yên ji 6ê Çileyê ve di encama berxwedana gelê Kurd de di navbera Hikumeta Demkî ya Şamê û Rêveberiya Xweser de peymanek hat îmzekirin. Ruhê yekitiyê yê gelê Kurd ê derketiye holê li çeteyan paş de gav da avêtin. Di derheqê hevpeyman û berxwedana gelê Kurd de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Cemal Demîr ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Divê hevpeyman di destûra bingehîn de were misogerkirin’

Cemal Demîr bal kişand ser naveroka hevpeymanê û diyar kir ku her çiqas di hevpeymanê li ser destûra bingehîn statuyek şênber li gor vê peymanê nehatibe diyarkirin jî girîng e û got: “Ji bo Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna HSDê girîng e, parastina statuya hêza cewherî xaleke girîng e. Dîsa Rêveberiya Xweser hebûna xwe, pergala xwe ya perwerdehî û rêveberiyê di vê peymanê de diparêze. Lê divê ev hevpeyman di destûra bingehîn de were misogerkirin. Ji ber ku em dizanên tu girêdana van hêzan bi nirxên exlaqî û mirovî re nîn e. Piştî ku ji aliyê îdarî, siyasî û leşkerî de entegrasyon pêk hat divê xalên vê hevpeymanê bibin xalên destûra bingehîn.”

‘Divê berxwedan dewam bike’

Cemal Demîr da zanîn ku ji bo statuya gelê Kurd li Rojava misoger bibe, ev hevpeyman di destûra bingehîn ya dewleta Sûriyeyê de bi cîh bibe divê berxwedana gelê Kurd berdewam bike û wiha pê de çû: “Ji xwe ev hevpeyman jî di encama berxwedana gelê Kurd û dostên wî de, di encama xebatên dîplomasiyê de derket holê. Dibe ku ev hevpeyman di hin xalan de li gor daxwazên gelê Kurd nebe lê ev pêvajoyeke, dê bi berxwedana gelê Kurd, bi berxwedan Rêveberiya Xweser statuya gelê Kurd zêdetir şênber bibe.”

‘Xetere dê bi Kongreya Neteweyî bidawî bibin’

Cemal Demîr îşaret bi ruhê neteweyî û yekitiya gelê Kurd jî kir û axaftina xwe hiwa berdewam kir: “Van êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê yekitiya gelê Kurd derxist holê. Ji bo ku Ev yekitî îro şûn ve destketiyên gelê Kurd biparêze jî divê Kongreya Neteweyî pêk bê. Heta ku Kongreya Neteweyî pêk neyê gelê kurd dê di her awayî di bin xetereyê de be. Ji ber wê jî divê demildest Kongreya Neteweyî bê li darxistin. Me di van êrijan de jî dît armanc ne tenê Rojava ye, arman ji holêrakirina gelê Kurd e.”

Etîket: Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal DemîrRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kaygusuz ê ji dest û lingê xwe astengdar hate tehliyekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (406)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne