Li navçeya Pirsûsê di çalakiya tekildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re ya Cîhanê hatiye lidarxistin de 4 jê zarok 12 kes hatin binçavkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê têkildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Qada Pirsûsê duh çalakiya meşê li dar xist. Girseya rastî astengiya polîsan hat, astengî qebûl nekir û çalakiya meşê li dar xist. Polîsan êrişî girseyê kirine4 jê zarok, 12 welatî binçav kirin û ew birin TEM a Rihayê. Her wiha di dema binçavkirinê de polîsan destê zarokekî jî darizandin.
Navê kesên hatinê binçavkirin wiha ne: “Mehmetşah Karatay, Ronî Xeîl, Fatma Taş, Bekir Polun, Talat Demîrbîleklî, Ferhat Çevrîm, Metîn Yildirim, Yusuf Kiliç, Îbrahîm Kiliç, Ahmet Arslan, Mehmet Arslan û Yusuf Okten.”













