Ji Efrîkaya Başûr 32 rêxistinan bi peyamek piştgiriyê ji bo Rojava weşandin û çalakiya piştgiriyê li dar xistin.
Bi pêşengiya aktîvîstên jin di çarçoveya 1ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriyê weşandin. Li gorî nûçeya ANFê; çalakgeran li bajarê Tswane yê Efrîkaya Başûr pankart li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî daliqandin û mîtîngek li dar xistin.
Her wiha têkildarî êrişên li ser Rojava broşur li gel hate belavkirin. Serokê sendîkaya GIWUSA jî beşdarî çalakiyê bû.













