Xelkê Mûşê û Colemêrgê bi boneya piştgiriya Rojava meş li dar dixin.
Li Mûşê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji qada Bajêr a Mûşê ber bi Qada Kobanê meş tê lidarxistin. Girseya ku li Qada Bajêr kom bû bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta gelê Kurd” meş tê lidarxistin.
Her wiha li Colemêrgê jî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya piştgiriya Rojava meş tê lidarxistin.












