Rewşa Diyar Koç ê ku li nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin giran e, destûrê nadin hevdîtina bi parêzer re. Koç li Nisêbînê di çalakiya piştgiriya Rojava de ji aliyê leşkeran ve hatibû îşkencekirin.
Ciwanê bi navê Diyar Koç di 20ê Çile de li Nisêbînê tev li çalakiya piştgiriya ji bo Rojava bûbû. Leşkerran Diyar Koç zeft kiribû û îşkence lê kiribûn. Piştre jî Koç hatibû girtin. Rewşa tenduristiya Koç giran e. Ev 5 roj in Koç li nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Destûrê nayê dayîn ku parêzerê wî jî pê re hevdîtinê bike.













