Di encama operasyonên tevkujiya siyasî ya li dijî ESPê pêk hat de Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û rojnameger jî di nav de heta niha 96 kes hatin binçavkirin.
Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê di seatên sibê de operasyonek tevkujiya siyasî pêk hat. Di encama operasyonê de di ser malên gelek kesan de hate girtin. Heta niha Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî di nav de 96 kes hatin binçavkirin.
Kesên heta niha hatin binçavkirin ku navên wan tên zanîn wiha ne: Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, Fatoş Çelîk, Hacer Elçîn, Okan Danaci, rojnameger Pinar Gayip, rojnameger Zûleyha Mûldûr, rojnameger Hasan Polat, rojnameger Mûslûm Koyun, Emre Altan, Cemîl Aksû, Hasan Hûseyîn Yeşîlova, Ahmet Bîlal Bay, Tanya Kara, Hîvda Selen, Ozlem Gûmûştaş, Meral Tatar, Ugur Ok, Emrah Topaloglu, Rûşa Sabûr, Hidir Sabûr, Yalçin Demîr, Kanber Saygili, Fatma Saygili, Alî Haydar Saygili, Aynûr Ergûl, Satiye Ok, Berfîn Polat, Îlerî Devrîm Yurtsever, Beycan Taşkiran, Ramazan Karakaya, Aydin Kiliçdere, Haci Çîçek, Mehmet Acettîn, Emîn Orhan, Şahîn Tûmûklû, Haticîce Endam Ozaslan, Esvet Şahîn, Hûseyîn Acer, Ayşe Yilmaz û Dîlan Ergul.
Ji Yerlîkaya peyama manîpûlatîf
Derbarê sedema operasyonê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek manîpûlatîf parve kir. Yerîkaya diyar kir ku operasyonek navenda wê Stenbol li 22 bajaran pêk hatiye. Di peyamê de hate daxuyandin ku heta niha 96 kes hatine binçavkirin.













