Wan – Welatiyên Wanê derbarê peymana di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivîn û anîn ziman ku heta ev peyman di destûrê de neyê bicîhkirin ew dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li ser pêyan bin.
Bi berxwedana çar parçeyên Kurdistanê û diasporayê Hikûmeta Demkî ya Şamê neçar ma ku li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser rûnê. Di encama danûstandinên heyeta HSD-Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de 30ê Çile peymanek di navbera aliyan de hate îmzekirin. Welatiyên Wanê derbarê vê peymanê de ji ajansa me re axivîn û gotin ku ji ber heta niha Hikûmeta Şamê hemû peyman û agirbestan binpê kiriye baweriya wan bi vê bi Şamê nayê. Welatîyan anî ziman ku heta ev peyman di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bi cîh nebe û nekeve meriyetê Kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin û wê li ser pêyan bin.












