Li gorî rapora UNESCOyê li tevahiya cîhanê di warê ewlehiya rojnamegeran û azadiya xweîfadekirinê de paşketinek gelek mezin çêbûye. Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku rêjeya xwesansûrkirina rojnamegeran jî gihiştiye ji sedî 63yan.
Li gorî Rapora Pêşketina Medya û Azadiya Îfadekirinê ya Cîhanê ku ji hêla Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li tevahiya cîhanê di warê ewlehiya rojnamegeran û mafên azadiyan xweîfadekirinê de paşketinek gelek mezin çêbûye. Rapora bi sernavê, “Rojnamegerî: Avakirina Cîhanekî Aştiyane” daneyên di navbera 2022 û 2025an dihewîne. Li gorî rapora ku çar salan carekê tê amadekirin li seranserê cîhanê di aliyê mafê azadiya îfadekirinê û ewlehiya rojnamegeran de di asta ji sedî 10 paşketin heye. Di raporê de xeteriya paşketînê bi gotina, “Ev radeyek ku bi dehan sala ne nehatibû dîtin” hate pênasekirin.
‘Xwe sansor kirin ji sedî 63 bilind bû’
Di raporê de daneyên derbarê xwe sansûrkirina rojnamegeran û çapemeniyê de jî agahî hatin dayîn. Li gorî raporê di heman demê de di navbera rojnamegeran de asta xwe sansûrkirinê jî di radeyek bilind de zêde bûye. Li gorî raporê ji çileyê 2022yan heta çileyê 2025an rayeda xwe sansûrkirinê ji sedî 63 zêde bûye.”
Êrişên li ser rojnamegeran zêde bûn
Li gorî raporê di navbera salên 2022-2025an de 186 rojnameger dema ku herêmên şer û pevçûnan dişopandin hatin kuştin. Di raporê de van agahiyan cih girt: “Ev yek li gorî rapora serdema 2018-2021an tê wateya ji sedî 67 zêdebûnê. Tenê di sala 2025an de 93 rojnameger hatin kuştin, 60 ji wan li herêmên şer mirin.”
‘Kiryar bêceza dimînin’
Di raporê mijara darazê ya kiryarên rojnamegeran jî hate nirxandin. Li gorî raporê tevî sozên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina bêcezakirina kuştina rojnamegeran jî pêşketin çênebûye. Di raporê de hate daxuyandin ku di vî warî de pirsiyarkirin gelek kêm e. Di raporê ev agahî hatin dayîn: “Di sala 2012an de rêjeya bêcezamayînê ji sedî 95 bûye. Ji wê demê heta niha ev rêje di sala 2024an de daketiya ji sedî 85an. Lê dîsa jî piraniya sûcdaran bêceza dimînin.”
Ji sedî 75 jinên rojnameger rastî tacîza sanal tên
Mijarek din a ku zêde bûyî jî şideta li dijî rojnamegerên jin e. Di raporê de tê derbirîn ku tacîzên li dijî rojnamegerên jin li seranserê cîhanê gelek zêde bûye. Di raporê de îşaret bi lêkolîna Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Lêkolînek nû ya ku ji hêla ICFJê ve bi hevkariya UNESCO ve hate kirin, nîşan dide ku ji sedî 75 ji jinên rojnamevan û xebatkarên medyaya dijîtal li ser kar rastî şîdeta psîkolojîk.”
Rojnamegeran dîsa ji karê xwe didomînin
Di raporê de wekî xalet erênî tê gotin ku di vê serdemê de rojnamegeriya lêkolîner û xebatên hevpar de pêşketinek çêbûye. Li gorî raporê wekî encama rojnamegeriya lêkolîner û hevpar de gelek lêpirsînên navneteweyî hatine destpêkirin. Her wiha rapor destnîşan dike ku di gelek saziyên çapemeniyê de yekîneyên kontrolkirina rastiyan zêde bûne û rojnamegeran tevî hemû astengî û zextan jî karên xwe didomdine.
Banga têkoşîna hevpar
Rapor wêneyek xemgîn pêşkêşî dike, lê di heman demê de bang li welatên endamên NYê jî dike ku vê meylê berevajî bikin. Her wiha di raporê hate xwest ku hemû devlet ji bo civakeke demokratîk rojnamegeriyê û rojnamegeran biparêze. Her wiha bang li xwîner û şopînerên çapemeniyê jî hate kirin ku bi çavekê rexnegirî li nûçeyan binêrin.
Azadiya derbirînê ne tercîh lê pêwistî ye
Di dawiya raporê de hate diyakirin ku azadiya derbirînê û agahdarkirinê ne tercîhek e, lê şertek bingehîn ê aştiya mayînde ye. Ligel paşketina dîrokî ya di vî warî de jî divê em bi hev re tevbigerin da ku em bikaribin mafê her kesî yê fikirîn, nivîsandin û bidestxistina agahiyan biparêzin.”










