Xwendekarên asta seretayî û amadehiyê ya Dibistana Perwerdehiyê ya Rojhilat ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê pêşangeh vekir.
Piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Emenesurekeya Silêmaniyê pêşengehe hate vekirin. Pêşengeha salane ku xwendekarên asta seretayî û amadehiyê yên Dibistana Perwerdehiya Rojhilat a Silêmaniyê tev lê dibin îsal ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêkanîn.
‘Em dixwazin nifşên nû hişyar bikin’
Rêveberê çalakiyên hunerî yê dibistanê Birwa Namiq Hesen diyar kir ku ji bo rêzdariya berxwedana Rojavayê Kurdistanê pêşengeh vekiriye û wiha got: “Em dixwazin nifşê nû hişyar bikin ku êrişên li ser gelê Kurd bizanin û hestên neteweyî zindî bibin. Me hestên neteweyî di pêşnageha xwe de daye nîşandan. Ji ber ku me dît bêcudahî hemû Kurdan piştgirî da berxwedana Rojava.”













