Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê 32yemîn Civîna xwe ya Giştî ya bi rojeva parastina Baxçeyên Hewselê û avahiyên li derdora Pira Dehderî bêdestûr hatine çêkirin li ÇandAmedê hat li dar xistin û wiha hat gotin: “Divê em pirsgirêkên Amedê bi rêyên demokratîk, erênî û bi hev re çareser bikin.”
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê 32yemîn Civîna xwe ya Giştî ya bi rojeva Baxçeyên Hewselê û avahiyên li derdora Pira Dehderî bêdestûr hatine çêkirin, li ÇandAmedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê li darxist. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun; Hevşaredarên Navçeyên Amedê, Parlementerê CHPê ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, Parlementerê DEM Partiyê a Amedê Serhat Eren, Rêveber û endamên Konseya Bajêr a Amedê, nûnerên saziyên sivîl, Esnafên Amedê û gelek kes tevlî 32yemîn civîna giştî ya Konseya Bajêr a Amedê bûn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun bi destpêka civînê de axaftinê xwe kirin. Piştre Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikûlû û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren pêşniyar û axaftinên xwe kirin. Piştî axaftina peşkeşiya plansaziya di derheqê Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî hate nîşandan.

‘Em ji bo parastina dîrok û bajarê xwe kom bûn’
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji bo bajêra Amedê karekî pîroz bimeşînin. Bi rastî jî ev civîn ji bo yek xalê em binirxînin hatin ba hev. Ew jî hevsel e. Bi rastî jî piştî 8 salên qeyum, kar û barên bajêr ji rêzê derketine. Armanca me derdora Sûrê û paqîjkirina Sûrê ye. Niha em ji çareseriyê esnavên ku pira deh derî û çareserkirina vê pirsgirêkê li vê derê ne. Li vir neyartî tune ye. Bila esnafên me pirsgirêkê bînin ziman û em bi hev re çareser bikin. Em îro çi biryar bidin em ê li ser vê esasê bigirin dest. Bila civîna me erênî derbas bibe. Em demekî dîrokî de derbas dibin. Gelê Kurd li piştgiriya hev li ser pêya disekine, ji bo Amedê jî divê wisa bibe. Em dixwazin em bibin mînak ji bo siyasete Tirkiye yê jî. Armanca me serî de ji bo xizmeta gel e, ji bo xwedîderketina dîrokê ye. Xwezaye xwe û çanda xwe xwedî derketin e. Ev der cîhê çareseriyê ye. Em dixwazin bi saziyên xwe, esnafê xwe û saziyên xwe re pirsgirêka xwe çareser bikin.

‘Divê em bi rêya demokratîk civîna xwe pêk bînin’
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bal kişand ser girîngiya avakirina diyalogê û wiha axivî: “Wek saziyên civakî, rêveberiyên herêmî û hemû kesên li vir amade, divê bi tu awayî nakevin nav helwesteke ku hevdu biêşînin an jî pûç bikin. Em dixwazin nîqaşeke li gorî dîroka hezar salî ya Amed, Hewsel û Pira Dehderî bimeşînin. Divê di encama vê nîqaşê de, dema em ji vê salonê derdikevin, em bibêjin “baş bû ku me ev nîqaş kir û me guhdariya hevdu kir”. Heke em encameke teqez bi dest nexin jî, em ê bi hev re perspektîfeke hêvîdar ava bikin. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş û bi kelecan in. Em li vir di nav atmosfereke şaffaf û beşdar de ne. Wekî ku Hevşaredarê me jî got, gelê Kurd her tim di serdemên dîrokî re derbas bû. Ciwanên Kurd û jinên Kurd her tim berdêl dan. Lê ji nav van hemû berdêlan bi berxwedan û têkoşînê, bi mezinbûnê derketin. Niha, heke em vê helwesta demokratîk a ku em ji netewe û desthilatdarên din re pêşniyar dikin, di nav xwe de bi awayekî beşdar bi pêş nexin. Nexwe em ê li gorî nirxên hemû kesên ku di vê rêyê de berdêl dane û jiyana xwe dest dane, tevnagerin.”

‘Nîqaş û çareserkirin erka me ye’
Parlamenterê Partiya CHPê ya Amedê Sezgîn Tanrikûlû da zanîn ku Konseya Bajêr ji bo demokrasiya herêmî û rêveberiya xwecihî yek ji stûnên herî girîng e û wiha got: “Hemû pêkhateyên bajêr li vir amade ne. Rêveberiyên herêmî, yekîneyên îdarî yên navendî yên li herêmê, parlamenterên hilbijartî û esnafên Amedê. Li vir, bi rêya platformeke nîqaşê ya ku li gorî dîrok û kevneşopiya Amedê, divê em zemînekê hevpar ava bikin. Mîrateya dîrokî ya Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ne milkê me ne, lê milkê dîrokê ne û divê em biparêzin, ekolojiya herêmê biparêzin û mafên hemwelatiyan û kedkarên li vir dixebitin biparêzin. Em li cîhanê, li Tirkiyeyê û li herêma xwe parêzerên aştî û lihevkirinê ne û ji bo vê yekê hewl didin. Di mijarekê ewqas bingehîn de, ger em di nav xwe de lihevkirinekê û çandeke nîqaşê ava nekin, em ê nikaribin serkeftî bin. Ji ber vê yekê, bi guhdarîkirina hevdu û bi parastina berjewendiyên hevpar ên bajêr, avakirina çareseriyekê ku her kes li ser lihev bike, erkê me ye.”

‘Ev mijar di dema qeyûman de aloz bû’
Parlementerê DEM Partiyê ya Amedê Serhat Eren da zanîn ku pirsgirêk di dema qeyûman de aloz bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev mijar ne tenê wekî pirsgirêkekfe jîngehparêziyê ya herêmî ye, lê di heman demê de wekî kêşeyeke çandî û demokrasiya herêmî divê were nirxandin. Ev mesele ji ber ku berpirsiyariya hêz û saziyên navneteweyî jî dihewîne, pêdivî bi nîqaşeke piralî heye. Derbarê pirsgirêkên li Pira Dehderî û Baxçeyên Hevselê de jî, ji birîna daran bigire heta veguherandina qadê bo zeviyên çandiniyê, ji hişbirê heta avahîsaziya neqanûnî gelek pirsgirêk hehe. Me wek Parlementerên vî bajêrî heta niha ji dehan zêdetir pêşnûme pêşkêş kirin. Me hewl da di Meclisê de bînin ziman û di platformên cuda de daxuyanî dan çapemeniyê. Lê belê ev mijar ji ber pirbûna aliyan û bi taybetî di serdema qeyûman de, veguheriye meseleyeke aloz û ketiye pêvajoyeke dijwar. Ez dixwazim çend pêşniyarên ku min ji pirsnameyên me yên heta niha berhev kirine, pêşkêş bikim:
“* Pêkanîna Plana Rêveberiya Qadê: Plana ku di sala 2014an de hatibû amadekirin û ji aliyê UNESCOyê ve hatibû pesendkirin, divê bê nûkirin û tavilê bê tetbîqkirin. Mekanîzmayên beşdar ên wekî Lijneya Şêwirê û Lijneya Rêveberiyê divê dîsa çalak bibin.
* Sazkirina Rêveberiya Demokratîk a Herêmî: Rêveberiya herêmî divê bi îdareya navendî re di nav koordînasyonê de be, lê di parastina qadê de bi bikaranîna vîna xwe ya biryardayînê înisiyatîfê bigre ser xwe.
* Rûxandina Avahiyên Neqanûnî: Hemû avahiyên deryasayî, dagirtin û destwerdanên li derdora Pira Dehderî û Geliyê Dîcleyê divê bi lezgînî werin rakirin.
* Statûya Parastina Taybet ji bo Çemê Dîcleyê: Beşa çem a ku di nav bajêr re derbas dibe divê wekî “Qada Sît a Xwezayî” bê ragihandin û xeta peravê bê parastin.
* Hevkariya Şefaf bi UNESCOyê re: Pêşniyarên di rapora mîsyona 2022an de divê di çarçoveya salnameyekê de yek bi yek werin cih. Di raporên ji bo UNESCOyê de divê rewşa rasteqîn bi awayekî objektîf bê diyarkirin.
* Hişyarkirina Civakê û Beşdariya Gel: Divê kampanyayên hişyariyê werin meşandin û di dibistanan de çalakiyên derveyî mufredatê werin organîzekirin. Herwiha divê mekanîzmayên kontrolê werin avakirin da ku welatî karibin neqanûnîtiyan ragihînin.
* Vejandina Hafizeya Çandî û Mekanî: Ji bo bal bikişînin ser wateya çandî ya van qadan; divê festîvalên berhemên baxçeyan, konser, pêşangeh û şevbihêrkên dengbêjan werin lidarxistin.
Di encamê de; ji bo parastina Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî, nêzîkatiyeke entegre ya ku pîvanên ekolîk, civakî û rêveberiyê dihewîne pêwîst e.”
‘Tu kes nikare bikeve navbera me û partiya me’
Piştî pêşkeşkirina sunumê qediya navber hate dayîn. Piştî navberê esnaf, Şaredarî û Konseya Bajêr a Amedê civînê berdewam kir. Esnafên Amedê anîn ziman ku di nav Partî û Şaredariyê de tu pirsgirêk nîn in, tiştên ku şaş hatine fêm kirin hene û ev tişt gotin: “Em ê piştî vê demê bi şaredariya xwe re rûnên, pirsgirêka bi hev re çareser bikin. Îro kesên ku dixwazin bikevin navbera me, şaredariya me û partiya me bila baş bizanibin ku em yek in.”
Di encama rûniştinê de esnaf û şaredarî biryar da ku dê di rojê pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkan civînan li dar bixin.
























