Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê bal kişand ser encamên dorpêça li ser Kobaniyê û diyar kir ku ji ber dorpêçê gel ji girtina mafê tedawiyê bêpar hatiye hiştin. Platforbê diyar kir ku ji ber koçberiya çêbûyî û tunebûna dermanan gelê Kobaniyê bi xeteriyek mezin re rû bi rû ye û banga lezgîn li raya giştî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovîn bi cih bînin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li avahiyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî ya Amedê (SES) têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê ku li Kobanê ten jiyîn, daxuyaniya çapemeniyê da. Xebatkarên tenduristiyê jî tev li daxuyaniyê bû. Beriya daxuyaniyê li ser navê kedkarên tenduristiyê Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus axivî û balkişand ser enamên dorpêça li ser Kobaniyê. Ulus hêzên gel dorpêçkirî şermezar kir û xwest ku ev dorpêç demildest bê rakirin.
‘Rewşa Kobanê xetere ye’
Ulus bi bîr xist ku di 6ê Çile de êrîşeke mezin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê ve hat dest pê kirin. Ulus destnîşan kir ku piştî van êrişan gelen wan taxan berbasî Kobaniyê bûne. Ulus bi gotina, “Bi vê koçberiyê jî kriza tenduristiyê destpê kir” balkişand ser encamên dorpêçê û wiha got: “Me dît ku dorpêçeke mezin li ser herêma Rojava û gelê Kurd hate danîn. Li ser vê esasê, wek Platforma Tenduristiyê ya Amedê, ji bo mafê jiyanê û tenduristiyê, me nobeta xwe da destpêkirin. Me xwest ku ev dorpêçkirin ji aliyê mirovahiyê ve bibe sedema qrîzeke tenduristiyê û civakî. Li gorî agahiyên ku ji Heyva Sor a Kurdistanê li Kobanê hatine; li wir elektrîk nîne, av nîne, xwarin û vexwarin kêm e. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş ji bo me wekî zengileke xetereyê ye. Divê ev pirsgirêk bibe rojeva herî sereke û em wekî xebatkarên tenduristiyê, wezîfeya xwe ya mirovî bi cih bînin.”
‘Şert hatine astek neyê domandin’

Piştî Ulus, Hevseroka Odeya Bijîşkan a Amedê Hîcran Îzcî Yildiz daxuyanî xwend. Yildiz destnîşan kir ku sivîlên li Kobanîyê dijîn, ji ber mercên dorpêçê yên demdirêj, wêranîya şer û qutbûna çavkanîyên jiyanî yên bingehîn, bi krîzeke giran a mirovî re rû bi rû ne. Daneyên aktuel ên ku ji herêmê hatine bidestxistin bi eşkereyî nîşan didin ku xizmetên tendurustiyê gihîştine asteke wisa ku êdî nayên domandin û wiha axivî: “Rewşa saziyên tendurustiyê yên ku li Kobanîyê hewl didin xizmetê bidin, di asta alarmê de ye. Nexweşxaneya Gel a Kobanîyê ku saziya sereke ya tendurustiyê ya herêmê ye, ji ber kêmasiya giran a derman û alavên tibî, tenê dikare mudaxileyî dozên acil bike. Ji ber barê giran ê nexweşan, emeliyatên plankirî hatine sekinandin; amûrên tibî ji ber bikaranîna zêde û qutbûna elektrîkê ya berdewam, heta asteke mezin ji kar ketine. Xizmetên radyolojiyê ber bi rawestandinê ve çûne, amûrên rontgen û MR’ê nayên bikaranîn. Ji ber qedandina materyalên laboratuwarê, xizmetên tespîtkirinê yên bingehîn jî nayên pêşkêşkirin.”
‘Binesaziya tenduristiyê têrê nake’
Hîcran Îzcî Yildiz anî ziman ku nifûsa navenda bajarê Kobanîyê ku beriya şer nêzî 120 hezarî bû, bi koçberên ji gund û navçeyên derdorê re îro gihîştiye nêzî 250 hezarî û wiha domand: “Binesaziya tendurustiyê di bin kapasîteya xizmetdayîna vê nifûsa zêde de ye. Li aliyê din, qutbûna giran a gihîştina xwarin, ava paqij û elektrîkê, ji bo tendurustiya giştî rîskeke mezin ava dike. Nexebitandina torên avê, rîska nexweşiyên vegirtî zêde dike. Nebûna înternet û binesaziya ragihandinê jî koordînasyona xizmetên tendurustiyê hema hema nekarbar kiriye. Gihîştina xizmetên tendurustiyê mafekî bingehîn ê mirovan e. Şer, dorpêç û mercên siyasî bi tu awayî nikarin mafê tendurustiyê yê sivîlan ji holê rakin.” Yildiz bang li raya giştî ya navneteweyî kir û xwest ku demildest dorpêç bê rakirin û şertên dayîna xizmeta tenduristiyê bên avakirin.













