Di demeke de ku komên hikûmeta demkî û dewleta tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne de li derdora deriyê sînor ê Murşîtpinarê yê di bin çavdêriya leşkerên tirk de xendek tên kolandin.
Komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê tevî agirbest û peymanên hatine çêkirin jî dorpêça li ser Kobanê didomînin. Ji 29ê çileyê ve li her du aliyên deriyê sînor ê Murşîtpinarê, li nêzîkî dîwarê sînor di bin çavdêriya leşkeran de xendek tên kolandin.
Di bin çavdêriya leşkeran de, ekskavator li kêleka dîwarê sînor xendekan dikolin û axa ji van xendekan tê derxistin gir tên çêkirin. Her çend ekskavator ji ber barana zêde du rojan hatibû sekinandin jî, îro kolandin ji nû ve dest pê kir.
Avakirina herî kêm pênc xalên kontrolê yên leşkerî ji Pirsûsê heta deriyê sînor ê Murşîtpinarê rê li ber çûn û hatina gundiyan digire. Li van xalên kontrolê yên leşkerî, nasnameyên gundiyan tên kontrolkirin.













