Wan – Xebatên kolandina bajarê kevn ê Wanê ku ji hêla Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Wezareta Çandê ve tê meşandin, ev 4 sal in didome.
Xebatên kolandina Projeya Bajarê Kevn ê Wanê ku ji aliyê Wezareta Çandê û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ve di sala 2022yan de hatibû destpêkirin, li taxa Kelehê ya navçeya Tûşbayê ya Wanê hê jî didome. Xebatên kolanê sezon bi sezon di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê de tên kirin. Hin cîhên kolandî bi qatên metal hatine pêçandin û têketina çapemeniyê ji van deran re qedexe ye. Hin cihên din jî niha di bin berfê de ne û xebat li wir tune ne. Li cihê kolandin didome berf bariyaye û ev cihê dîrokî di bin berfê de mane.
Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Wezareta Çandê bi armanca derxistina amûr û avahiyên dîrokî yên ji Ûrartûyan, Osmaniyan mayî kolqandinê pêktîne, lê dîroka qedandinê nediyar e. Xebatên pisporan didomin.










