Di vê dema ku Rayedarên Tirkiyeyê qala aştiya gelê kurd û tirk dikin de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde dibin. Artêşa dewleta tirk di nava rojê de bi çekên giran li Tiltemîr, Tişrîn, Zirgan, Xidir El Hesen, Sirînê êrîşên hewayî û bejayî pêk anî. Di êrîşan de zerarek mezin çêbû.
Balafirên şer her roj li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hewayî pêk tîne. Di êrîşên hewayî yên 45 rojan de 92 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din ji qada bejayî ve jî her roj bi tang, obus û çekên giran êrîşî gund û çavkaniyên jiyanê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Artêşa Tirk di nava rojê de, gundên Sirine, Bendava Tişrînê, gundên Zirganê, gundê Xidir El Hesen û stasyonên sotemeniyê bombebaran kir. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku di nava rojê de derbas kir; artêşa Dewleta Tirk, bê navber herêmê bombe dike.
Nûçegihanê ANHAyê yê li Til Temirê diyar kir ku artêşa Dewleta Tirk bi çekên giran stasyona sotemeniyê ya li nêzî bajarê Zirganê topbaran kir. Der barê zerarên bi stasyonê de bûne, tu agahî nehatin bidestxistin.
Dîsa di nava rojê de artêşa Dewleta Tirk, derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran dikin. Gelek caran bi balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin. Piştî êrîşên hewayî artêşa tirk vê carê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran kir. SÎHAyê li milê din gundên Kobanê û bajarê Sirînê bombebaran kir. Artêşa tirk, di heman rojê de gundê Xidir El Hesen ê Til Temirê topbaran dikin.