• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDa Stenbolê kongreya xwe li dar xist: Kongre diyarî Rojava hate kirin

Stenbol / AW

7 SIBAT 2026 - 16:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa OHDê ya Stenbolê Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li dar xist û rêveberiya nû hate bijartin. Şaxa OHDê kongreya xwe diyarî berxwedana Rojavayê Kurdistanê kir.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê bi dirûşma “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoyê li dar xist. Parlamantera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîcek Otlu, Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê, Hevserokê Giştî ya OHDê Serhat Çakmak, saziyên hiqûqê, nûnerên saziyên civakî û gelek parêzer tev li kongreyê bûn. Di eywana kongreyê de pankartên “Jin Jiyan Azadî”, “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” û wêneyên Tahîr Elçî hat daliqandin.

‘Bi banga birêz Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava sekinîn’

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê dîwan hat hilbijartin. Esra Bîlen, Îbrahîm Bîlmez û Gazel Kulug ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Îbrahîm Bîlmez axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ew di rojên dîrokî de derbas dibin û got: “Li Rojava êriş heye. Kobanê dê bibûya Xezaya duyemîn lê bi banga birêz Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava sekinî. Gelê Kurd li her derî dê mafên xwe biparêze.”

‘Tu êriş nikarê me rawestinê’

Paşê Hevseroka OHDa Stenbolê Eda Onal axivî û got: “Ez di serî de berxwedana Rojava silav dikim. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin, lê em li vir bang dikin ku tu êriş nikarin me rawestînin. Parastin nayê bêdengkirin.”

‘Divê em bibin yek û li dijî êrişan bisekinin’

Hevserokê Giştî ya OHDê Serhat Çakmak jî axivî. Serhat Çakmak anî ziman ku divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd li dijî êrişan bibin yek û wiha got: “Îro pêwîstî bi yekîtiyê heye. Rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û saziyên civakî divê em bibin yek û li dijî êrişan bisekinin. Beriya salekî êrişekê dijwar li ser tevahî civakê hebû. Lê ev salekiyê êriş ne wekî berê ye. Lê divê em baldar bin her dem. Pêvajoya aştiyê hatiye astekî lê heta ku dawiyê em nebînin divê em di nava têkoşînê de bin. Me dixwest li vir li ser hiqûqê biaxivin. Lê pêvajoyekî girîng heye. Êriş li ser Rojava hene. Divê em êrişên li ser Rojava, ESP, parêzeran û li ser gelê Kurd ji bîr nekin û qebûl nekin.”

Kongre bi temaşekirina sînevîzyonê ya xebatên OHDê berdewam kir.

‘Îro yekitiya gelê Kurd hatiye avakirin’

Paşê jî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî. Sultan Bozkurt anî ziman ku pêvajoyekê heye lê êrişên li dijî gelê Kurd berdewam dikin û wiha got: “Destê xwe yên qirêj ji ser gelê Kurd rakin. Îro yekîtiya gelê Kurd hatiye avakirin. Em ê serbikevin, bijî Berxwedana Rojava. Jinen ku li Rojava li ber xwe didin silav dikim.”

Hevberdevkê HDK Alî Kenanoglu jî berxwedan Rojava silav kir û ev tişt anî ziman: “Rojava îro navê modelekî ye. Ji bona wê hêzên hegamon êrişî Rojava dikin.”

Peyama Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya ku bi salane girtî ye hatibû şandin, hate xwendin.

‘Bi saya têkoşînê mafê hêviyê di rojevê de ye’

Rêvebera Navenda ÎHDê Eren Keskîn jî parêzerên ku hatine kuştin bi bîr anî û got: “Rêxistina ku li Rojava derketiye holê îro peyam dide tevahî dewletan. Îro bi saya berxwedana Rojava yekitiya gelê Kurd hatiye avakirin. Îro em behsa mafê hêviyê dikin ev bi saya têkoşîna gelê Kurd di rojevê de ye. Divê gelek qanûn bên guherandin.”

‘Divê em xwe amade bikin’

Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan jî anî ziman ku êrişên li ser Rojava diyar dike ku li cîhanê guherandinekê mezin heye û wiha axivî: “Di guherandina cîhanê de li dijî me jî dorpeçekê mezin dê çêbibe. Ji bo em serbikevin divê em xwe amade bikin.”

Piştî axaftinan Desteya Rêveberiya OHDa Stenbolê hat hilbijartin.

Navên parêzerên ji bo rêveberiyê hatine bijartin, ev in: Ayşe Ozdemîr, Îshak Demîrel, Rezzan Gezer, Bedîrhan Sarsilmaz, Veysel Demîrkaya, Berîvan Barîn, Îhsan Artuç, Hêlîn Selçuk, Mehmet Şîrîn Şahîn, Zîlan Aydin, Nîmet Acar, Vedat Ece, Dîlşah Taş, Hanne Bayturk, Mehmet Demîr û Melek Ramazanoglu.

Hat zanîn ku di rojên pêş de dê hevserokên şaxê bên bijartin.

 

Etîket: Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)OHDa Stenbolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Îzmîrê banga lezgîn: Enver Yanik demildest berdin

Ji Îzmîrê banga lezgîn: Enver Yanik demildest berdin

24 NÎSAN 2026
Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

17 NÎSAN 2026
Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

2 NÎSAN 2026
‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

27 SIBAT 2026
Li Stenbolê meşa 21ê Sibatê: Zimanê Kurdî azad bibe dê pêvajo jî pêş bikeve

Li Stenbolê meşa 21ê Sibatê: Zimanê Kurdî azad bibe dê pêvajo jî pêş bikeve

22 SIBAT 2026
Azadiya Abdullah Ocalan dê hêvî û baweriya ji pêvajoyê xurt bike

Azadiya Abdullah Ocalan dê hêvî û baweriya ji pêvajoyê xurt bike

8 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne